Belediyaspor bû Amedspor 2014-10-28 16:28:26 AMED (DÎHA) - Tîma sporê ya Şaredariya Bajarê Mezîn ya Amedê bi dirûşma "Armanca me ew e ku di nava civakê de çalakiya sporê bibe stîla jiyanê" Kongreya xwe ye Asayî li dar xist. Di kongreyê de navê Belediyespor bû Amedspor û logoya xwe wekî sembola aştiyê guhrand. Tîma sporê ya Şaredariya Bajarê Mezîn ya Amedê bi dirûşmeya "Armanca me ew e ku di nava civakê de çalakiya sporê bibe stîla jiyanê" Kongreya xwe ye Asayîli salona sinemeya Burhan Karadenîz ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê li dar xist. Kongere bi tevlîbû Serokê Kuluba Sporê ya kevn Av. Metîn Kilavuz, Serokê Kulubeya Spora Amedê Îhsan Avci û gelek endamên kulubeya spora dest pê kir. Kongre bi pêşkêş kirina sinevîzyona bi mijara dîroka spora Amedê û bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir. Doç. Dr. Mehmet Yildirim ê ku axaftina dîwanê kir, di serî de bahsa armanca avakirina kuluba Amedsporê kir. Yildirim diyar kir ku spor di nava civakan de sembola azadî û aştiyê ye û wiha got: "Di cihanê de her civaka ku azadiya wan ji wan hatiyê standin û daxwaza aştiyê dikin, daxwaza xwe bi rêya sporê didin nîşandan. Ji ber vê yekê dema mirov bahsa spore dike ewilî aştî tê bira kesan." Yildirim li ser wateya sporê rawestiya û destnîşan kir ku dema mirov dest bi çalakiya sporê bike divê nava wê vala neyê hiştin û ev tişt gotin: "Di her beşa sporê de sembol û wateyeke girin heya ji ber vê yekê jî kesê/î dest bi çalakiya sporê kir divê bi vê hişmendiyê tevbigere." Logo bû sembola aştiyê Piştî axaftina Yildirim, ji bo nav û logoya nû ya Amedspor çûn hilbijartinê. Bi hilbijartina hevpar navê Diyarbakirspor bû Amedspor û logoya sembola ku aştî û azadiyê nişan dide hat bijartin. Piştî hilbijartinê Serokê Kuluba Sporê Îhsan Avci li ser giringiya Amedsporê axivî. Avci diyar kir ku ew ji niha de dest bi pêvajoyeke nû kirine û ev pêvajo jî ji bo wan gelek girîng e. Avci, anî ziman ku bi destpêka avakirinê heya niha her tim bi serkeftina xwe bawer bûne û saya kesên bawermend bi serkeftine û wiha pêde çû: "Ji dîroka avakirina kulubê heya niha em her tim bi kesên berxwedêr re xebitîne û bi saya wan em hatine heya vê merheleyê. Ev li ser navê hemû rêveberiya kuluba sporê spasiya wan kesan dikim." Avci, li ser wateya logo ya nû jî wiha axivî: "Logoya nû sembola gelê Kurdistanê û aştiyê ye ji ber ku li her welatên cihanê her spor wateya welatê xwe dide nişandan. Me jî got ku divê logoya Amedsporê jî reng û wateya gelê kurd li hemû cihanê bide danasîn. Dema ku em diçûn welatên din her kes bi rengê taybetiya xwe dihatin qada sporê lê ya me ne bi gorî çand û civaka me bû. Bi biryareke giştî me guherand û em pê keyfxweş in. Em hêvî dikin ku bi dilê gelê me be jî." Kongre ji bo diyarkirina rêveberiya nû ya Amedsporê hilbijartin pêk anî. Kesên ku di rêveberiya nû de hatin hilbijartin ev in. Îhsan Avci, Semra Buldak, Muhmut Dag, Sinem Çîçek, Abdulvahap Sançaklidir, Yilmaz Demîr, Umît Mercan, Yuksel Kaya, Mehmet Arslan, Alî Karakaş, Abdulkerîm Unver, Bulut Ayana, Abdulah Sevînç, Cebbar Leygara û Sebahattin Dinç bi hilbijartina hevpar de ji bo rêveberiya esîl hatin hilbijartin. (ho/wk)