Ji Şaredariya Pasûrê biryara navên kurdî 2014-12-05 14:46:07 AMED (DÎHA) - Meclîsa Şaredariya Pasûrê navên 57 tax û 374 kolanên navçeyê ligel navên tirk navên kurdî jî bên bikaranîn biryara girt. Şaredariya Pasurê di civîna meclîsa kanûna 2014'an de pêşniyara ligel navên 57 tax û 374 kolanên navçeyê yên tirkî navên kurdî jî bên bikaranîn nirxand. Piştî nîqaşên li ser pêşniyarê bi hevdengiyê biryar hate girtin. Hevşaredar Metîn Dînar piştî civînê daxuyanî da û wiha got: "Piştî navên cihên jiyanê hatin guherîn heya niha gelê herêmê gelek zehmetiyan dikêşe. Di salên dawî de bi guherîna zagonan derfetên navên kurdî yên tax û kolanan bên bikaranîn pêk hatin. Me jî li gorî van zagonan navê 57 tax û 374 kolanan bi kurdî bên bikaranîn biryar girt." Biryara meclîsê dê rojên pêş de pêşkêşî qeymeqamtiyê bên kirin. (bd/wk)