'Armanca me xizmetê ji herêmê re bikin' 2014-12-25 09:00:22 SAMÎ YILMAZ COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê 8 ciwan li şûna wekî karkerê înşatê biçin metropolên Tirkiyeyê û li wir bixebitin, bi pereyê bi deyn ji xizmên xwe wergirt çewlîga heywanan vekirin. Ciwanan diyar kirin ku armanca wan çewlîgê mezin bikin û kooperatîfê ava bikin. Li navçeya Gevera Colemêrgê 8 ciwan ji bo neçin metropolên Tirkiyeyê nexebitin bi keda xwe dest bi karê xwe kirin. Ciwanên ku ji xizmên xwe pere deyn kirin çewlîga kazi mirîşk û elokan ava kirin. Çewlîga ku 6 meh berê ava kirin ji Xarpêt, Riha, Çewlîk, Amed û gelek bajar û gundan mirîşk, kaz û elok kirîn û li wir xwedî dikin. Her roja hêkên rojane difroşin dikandaran û ji bo çêkirina balgîf û doşekan jî pirtikên kazên tên şerjêkirin difroşin. Ciwanan diyar kirin ku armanca wam ew e ku çewlîgê mezin bikin û xizmetê ji herêmê re bikin û da zanîn ku ew hewl didin ku vê xebatê wekî kooperatîfê bidomînin. Karsazê ciwan Kerem Kanmiş derbarê xebatên xwe de agahî da û got ku destpêkê bi 4 kesan dest bi vê xebatê kirin û dawiyê ev hejmara wan derket 8 kesan. Kanmiş anî ziman ku dewlet li navçeyê tenê razemeniya "ewlehiyê" dike û wiha axivî: "Em li çewlîgê 8 kes dixebitin.Çewlîga me debara 6 malbatan dike û ji vê çewlîgê nêzî 45 kes xwe xwedî dikin. Me ev çewlîg 6 meh berê vekir. Armanca me ew e ku salek şûnde vê çewlîgê mezintir bikin û di serî de elok kaz û mirîşkan jî xwedî bikin. Hemû heywanên me xwezayî ne." 'Armanc kooperatîfbûyîn e' Kanmiş bilêv kir ku li navçeyê gelek kes bêkar in û rewşa aboriya gel jî nebaş e. Kanmiş anî ziman ku ew dixwazin vê xebatê wekî kooperatîfê bidomînin û wiha pêde çû: "Li Geverê bi piştgiriya komunan gelek kooperatîf hatin avakirin. Me jî li ser kooperatîfbûnê lêkolîn çêkir û ji bo koopertîfbûnê me dest bi xebatê kir. Me şert û mercên kooperatîfbûnê amade kir û serî li Midûriyeta Çandiyê ya Geverê da." Kanmiş destnîşan kir ku ew armanc dikin ku li herêmê bibin modelek û wiha domand: "Li herêma me ji ber koçberiyê xwedîkirina heywanên bi bask hatiye asta tunebûnê. Divê her malbat li ber mala xwe kaz, elok û mirîşkan xwedî bikin." (wk)