Cizîrspor û Gîresunspor 0-0 wek hev man 2015-02-04 17:36:02 ŞIRNEX (DÎHA) - Maça Cîzrespor û Gîresunspor a li Cizîrê hat lîstin û maç 0-0 wek hev bi dawî bû. Li Cizîrê di encamên Kupaya Tirkiyeyê ya Zireatê de pêşbirka di navbêra Cizîrspor û Gîresunspor de di Stadyuma Cizîrê de bê temaşevan hate lîstin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret di protoqolê de cihê xwe girt û maç temaşe kir. Welatiyên ku li ser banê xaniyên derdora stadyumê temaşe dikirin, bênavber dirûşmeyên weke "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî biratiya gelan" berz kirin. Maça ku her du alî jî ji bo bi ser bikevin têkoşînek baş kirin û 0-0 wek hev man. Cizrespor li benda serkeftina Gençlerbîrlîgîsporê ye Temaşevanên ku nedikarin bikevin stadê li ser banên malên dora stadê piştgirî didan tîma xwe, hêviyên xwe ji maça Gençlerbîrligî û Torku Konyasporê re hiştin. Heke Torku Konyaspor di vê maçê de têk biçe wê Cizîrspor ji komê weke duyemîn der bikeve. Cizîrspor ya di koma H ya Kupaya Tirkiyeyê a Zireatê de dilîst bi vê maça dawî re puanê xwe kirin derxist 7'an. Di komê de puanên Gençlerbîrlîgi 11, yên Torku Konyaspor 6 yên Gîresunsporê jî 6 in. (cno/ea/wk)