Li Silopî Turnuva Futbolê ya Newrozê dest pê kir 2015-02-28 18:35:00 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Silopî, bi organîzeya şaredariyê 3'emîn Turnuva Futbolê ya Newrozê bi tevlîbûna 50 tîman dest pê kir. Li navçeya Silopî ya Şirnexê Turnuvaya Futbolê ya Newrozê ya 3'emîn ku ji aliyê Şaredariya Silopî ve tê lidarxistin dest pê kir. Turnuvaya ku dê 50 tîm beşdar bûn, lîstika yekemîn a di nav bera SES'ê û Tîma Bostancî de li Tesîsên Sporê yên Bîlenê dest pê kir. Hevşaredara Silopî Emîne Esmer, Alîkarê Hevşaredaran Ahmet Tolog, hevserokên HDP'ê û DBP'ê û gelek welatî wek temaşevan beşdar bûn. Li vir Hevşaredara Silopî Emîne Esmer axivî û serkeftin ji hemû tîmên tevlî turnuvayê bûne xwest. Hevserokê HDP'ê Alî Balin ji diyar kir ku ji di dîrokê de wateya sporê ya gelek girîng heye û ev tişt anî ziman: "Yek ji bingeha avakirna civaka demokratîk jî spor e. Em hêvî dikin ku ev turnuva ji bo avakirina civakek demokratîk bike. Em ji hevalên xwe dixwazin li gorî vê hişmediyê tevbigerin û li hemberî hev di lîstikan de rêzdar bin." Piştî axaftinan lîstîka di navbera tîma SES'ê û tîma Bostanci dest pê kir. Bi tevahî 50 tîm tevlî turnuvayê bûn û tîmên di turnuvayê de bi ser bikevin dê di Newrozê de xelatên xwe wergirin. (no/ea/wk)