Tima futbolê ya jinên a Amedspor sewqî lijneya disiplinê hat kirin 2015-03-26 12:27:42 AMED (DÎHA)- Tîma futbolê ya Jinan a Amedspor ji aliyê heyeta çavdêr ve bi hinceta "propagandeya bîrdozî kirin" sewqî lijneya disiplinê hate kirin. Tîma futbolê ya Jinan a Amedspor a ku di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze ji aliyê heyeta çavdêr ve bi hinceta "propagandeya bîrdozî kir" sewqî lijneya disiplinê hat kirin. Listikvanên Amedsporê yên jin ji ber ku di lîstikên xwe de gol diavêjin keyfxweşiya xwe bi nîşaneyên serkeftinê anîn ziman rastî pêkanînekî wisa hatin. (rd/bd)