KCD li Wanê ruh dide aboriya komînal 2015-03-27 08:57:12 MEHMET DURSUN WAN (DÎHA) - Komisyona Aboriyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Wanê, ji bo aboriya komînal a bajar pêş bixe dest bi pêkanîna projeyan kir. Komîsyona aboriya komînal li hemû gund û navçeyên Wanê dest bi seravaniyê û çandina baxçeyan kir. Komîsyona KCD'ê dê di rojên pêş de 23 hezar û 500 şitlên darên team li welatiyan belav bike. Dewletê li Kurdistanê di salên 1990’an de bi hezaran gund şewitandin û xwezaya Kurdistanê wêran kir. Piştî talankirina Kurdistanê û koçberiyek mezin, KCD'ê ji bo dîsa xwezayê biparêze û aboriya komînal pêş bixe dest bi projeyan kir. Komisyona Aboriyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Wanê, ji bo aboriya komînal a bajar pêş bixe dest bi pêkanîna projeyan kir. Komîsyona aboriya komînal li hemû gund û navçeyên Wanê dest bi seravaniyê û çandina baxçeyan kir. Komîsyona KCD'ê dê di rojên pêş de 23 hezar û 500 şitlên darên team li welatiyan belav bike. Komîsyona Aboriya Komînal a KCD'ê dê 23 hezar û 500 şitlên darên gelyaz sêv, hirmî, guwîz û gelek teamên din li welatiyan belav bike. Dîsa ji bo mêşvanî pêş bikeve dê li gundê Gelîyê Karkaran ê navçeya Westanê dest bi kewarên meşan kir û starta mêşvaniyê da. Têkildarî projeyan endamê Komîsyona Aboriyê ya KCD'ê ya Wanê Mehmet Cengiz, anî ziman ku wan xebatên projeyên komîsyona aboriyê xelas kirine û di çarçoveya projeyan de dest bi çandina şitlên darên team kirine. Cengiz, da zanîn ku ji bo pêdiviya welatiyên herêmê ya team û sebzeyên hişîn temîn bikin dixwazin li herêmê bax, baxçe û serayan pêş bixin û dest bi xebata serayan kirine. Cengîz, destnîşan kir ku dê di demên pêş de li zêdeyî 50 serayan fêkî û zebze biçînin û hilberîna wan bikin. Cengîz, da zanîn ku dê li nêzî bajar 50 serayan ava bikin û hemû karker û rençberên serayan dê di nava hevkarî û tevkariyekê de bixebitin û xwe bi rêxistin bikin. Cengiz, anî ziman ku dê mexdûrên şer serayan bikar bînin û bi hilberînê eleqeder bibin. Cengîz, daxuyand ku ew dê berhem û hilberîna baxçeyên serayan raste rast bifiroşin gel û bêyî ku kesên navbênkar komîsyonê bigirin firotinê bikin. Cengiz, anî ziman ku projeyên wan ên li ser mêşvaniyê jî hene û wiha got: "Em dê li 8 mezrayên 4 gundên mezin ê li herêma Geliyê Karkaran a navçeya Westanê mêşvaniyê pêş bixin û hingivîn çêkin. Em dê li gundê ku dewletê vala kiriye bi awayekî kooperatifê jiyana komînal pêş bixin. Piştî me jiyana aboriya komînal pêş xist em dê kooperatifan ava bikin. 'Em dê li Kurdistanê meclisên avê ava bikin' Cengîz, bal kişand ser pirsgirêka avê jî û wiha got: "Em dê li Kurdistanê meclisên avê ava bikin. Em dê bi riya van meclisên avê hemû zeviyên çandiniyê bikin avî. Niha gundên herêmê avê li hev par venakin. Ev pirsgirêkek mezin e. Lê em dê welatiyên gundan birêxistin bikin û hewl bidin ku hemû weyatiyên gundan ava xwe li hev parve bikin." Cengiz, herî dawî destnîşan kir ku kurd di qada siyasetê de bi ser ketin dê di qada aboriyê de jî bi ser bikevin. Cengîz, destnîşan kir ku ew xizmeta dewlet û sermayedaran red dikin û bi xwe xizmeta xwe dikin. (mae)