'Nîşaneya serkeftinê di lîstikan de ne qedexe ye' 2015-03-27 09:35:52 AMED (DÎHA) - Tîma futbolê ya Jinan a Amedspor ku di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze ji aliyê heyeta çavdêr ve bi hinceta "propagandeya bîrdozî kir" sewqî lijneya disiplinê hat kirin. Piştre Tima Amedsporê a Jina ji bo parastinê xwe serî li Federasyona Futbolê da û Federasyonê biryara sewqkirina lijneya disiplînê qebûl nekir. Tîma Futbolê ya Jinan a Amedspor a ku di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze ji aliyê heyeta çavdêr ve bi hinceta "propagandeya bîrdozî kir" sewqî lijneya disiplinê hat kirin. Tîpa Jinan a Amedsporê û Tîma Samsun Gulîzar Hasan Yilmaz Gençlîkspor li Erzînganê hatin pêşberî hev. Tima Amedsporê ya Jina 24-0 serket. Piştî serketinê lîstîkvanan keyfxweşiya xwe bi nîşaneya serkeftinê nîşandan. Li ser vê yêkê Lijneya Çavdêrê derbarê 3 lîstikvanên Amedsporê ya jinên de bi hinceta "probogandeya bîrdoziyê kirin" sewqî lijneya dîsîplînê kirin. Li ser vê biryarê Tîma Amedsporê ya Jinan ji bo parastina xwe bikin serî li Federasyona Futbolê da. Federasyona Futbolê jî biryara sewqkirina lijneya disiplînê qebûl nekir. 'Jinên Amedsporê bi hêz in' Antrenora Tima Amedsporê ya Jinan Abdulkadîr Îçlî têkildarî mijarê de axivi û diyar kir ku ligel hemû astengiyên siyasî ew wek tîm serkeftina xwe didomînin. Îçlî destnişan kir ku piştî di lîstika li hemberî Tima Samsunê de lîstikvanên wan sewqî lijneya disiplinê hatin kirin û wiha got: "Rapora hekem a ku wan sewqî lijneya dîsîplînê bike tunebû. Me serî li Federasyona Futbolê da. Me jî parastina xwe bikar anî. Fedarasyonê jî ev biryara ku lîstikvanên me herin disiplînê qebûl nekir û ceza neda 3 lisitvanên me. Di dilê gelê kurd de heye ku piştî serkeftinê nîşaneya serkeftinê bikin. Di maçê de nîşandana nîşaneya serkeftinê qedexe nîn e. Jinên Amedsporê bi hêz in û em wek nûner her tim piştgiriyê didin wan. Hedefa me liga 1'emine." 'Em di roja Newrozê de 21 gol avêtin' Kalevana Tîma Amedsporê Lutfiyê Figen li ser maça di navbera wan û Tîma Samsunê de hatî lîstin axivî û wiha got: "Ew roj Newroz bû. Ji bo me pir giring bû. Plaqaya Amedsporê 21 e. Ji ber wê jî me gotibû 'Divê em 21 golan bavêjin.' Piştra me 21 gol avêtin û me bi tîlîliyên xwe bilind kir. Hemû listikvan piştî golan keyfxweşiya xwe bikartînine. Sewqkirina me ya lijneya disiplînê biryarek şaş bû. Dema em tîlîliyan li Amedê bilind dikin tiştek nayê gotin lê dema em li deverên din dileyîzin nerazîbûn derdikevin. Dema em li deverên ku tirk lê dijîn dileyîzin, em rastî êrîşên nîjadperest tên. Her çiqas ew êrîş bikin em ê jî ewqas serbikevin." 'Emê qezenc bikin ji ber ku em jinên kurd in' Kaptanê Tîma Amedsporê Guzide Alcu jî diyar kir ku wan li hember Tîma Samsunê 24-0 qezanç kir û wiha got: "Me lîstik 24-0 qezanç kir. Piştî listîkê ceza dan listikvanên me . Me çepik lêxistin û wan jî gotin we dirûşm berzkirine. Êrîş pir bi nîjadperestî bû. Me jî li hember wan got 'Em kurdin û bi kurdebûna xwe pir keyfxweşin.' Ez û 3 hevalên min, em sewqî displinê kirin. Em ê roja şemiyê li Semsurê bi Tima Osmaniye yê re bilîzin. Em ê qezanç bikin. Ji ber ku em jinên kurdin." 'Di lîstikan de divê cudahiya ziman, ol û nîjadê nebe' Listikvana tîmê Sergul Gultekin jî diyar kir ku Antronorê wan beriya maç destpêbike ji wan re gotibû "Dema em serbikevin ewê me tehrîk bikin divê em hişyarbin." Gultekin anî ziman ku piştre bi axaftinên nebaş bi ser wê de hatin û wiha got: "Me nedixwest hîn zêdetir golan biavêjin. Lê ew bi ser me de hatin û me jî 24-0 gol avêtin wan. Di lîstikan de divê cudahiya ziman, dîn û nîjadî nebe." (byt-rd/bd)