Buhayê zebeşan li ser erd daketiye 10 qirûşan 2015-06-25 09:08:36 EDENE (DÎHA) - Cotkarên Edeneyê ji ber ku hilberînên wan li bazaran bi buhayê dixwazin nayê firotin bi qazinc in. Herî zêde jî welatiyên zebeş çandine ji vê yekê bi gazinc in. Cotkaran diyar kir ku li gorî par îsal buhayê zebeşan gelekî kêm e. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê Semîh Karademîr got ku her cotkarek li serê donimekê 2 hezar TL mesref kirine û anî ziman ku cotkar kîloya zebeşan bi 35 qirûşan bifroşin jî dîsa di xisarê de ne. Li Edeneyê salê nêzî 130 hezar hektar zebeş tê çandin. Îsal ne cotkar û ne jî firoşkar fêde ji zebeşan nedîtin. Edeneyê ji sedî 20 pêwîstiya zebeşan a Tirkiyeyê bi cih tîne û zêdetirî 800 hezar ton zebeş di destê cotkaran de mane. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê Semîh Karademîr der barê mijarê de nêrînê xwe anî ziman. Karademîr diyar kir ku barana zêde bariya çawaniya zebeşan jî kêm kir û ev jî hişt ku daxwaza zebeşan kêm bibe. Karademîr da zanîn ku buhayê zebeşan gelekî kêm bû û got ku her cotkarek li serê donimekê 2 hezar mesref kirin. Karademîr bilêv kir heke kîloya zebeşan bi 35 qirûşan jî were firotin ev ji bo cotkaran xisar e û anî ziman ku niha kîloya zebeşan li ser erd daketiye 10 qirûşan. Karademîr derbirî ku heke kîloya zebeşan li erd 35-40 qirûşî bê kirîn kêm be jî wê fêdeya wê bigihêje cotkaran û wiha axivî: "Îsal gelek cotkaran li erdê xwe zebeş çandin. Ji ber ku buhayê zebeşan zêde bû gelek cotkaran îsal zebeş çandin. Lê ez di wê baweriyê de me ku wê di rojên pêş de zebeş buha bibe." ‘Zebeş li ser erdan dirize' Cotkarê bi navê Huseyîn Serî got ku zebeş di navbera 20 û 30 qirûşan de tê firotin û anî ziman ku niha ev buha daketiye 10 qirûşan. Serî bi bîr xist ku zebeş li ser erdan dirizin û ev tişt anî ziman: "Par di van deman de li erdan zebeş nediman. Lê îsal zebeş li ser erdan riziyan. Em bi kepçan zebeşên rizyayî ji nav erd radikin." ‘Divê polîtîkaya çandiniyê ji nû ve di ber çavan de were derbaskirin' Esnafê bi navê Yasîn Yeşîlmeşe diyar kir ku firotina zebeşan gelekî kêm bûye û got ku ji ber îsal zebeş gelek hat çandin ev rewş derket holê. Yeşîlmeşe anî ziman ku firoştina bi 10 qirûşan ji bo cotkaran tê wateya kaosê û got ku divê Tirkiye polîtîkaya çandiniyê ji nû ve di ber çavan de derbas bike." (wk)