Kuryeyê DAIŞ'ê mikur hat: Fermandarên DAIŞ'ê tev tirk in 2015-07-05 09:39:25 NAZIM DAŞTAN DÎLOK (DÎHA) - Her çend çavkanî, belge û şahid îspat dikin ku têkiliya DAÎŞ'ê bi Tirkiyeyê re heye jî dîsa hikûmeta AKP'ê vê rastiyê înkar dike. Niha jî şahid û kuryeyê DAIŞ'ê Yusuf Ozkan ê li navçeya Elbeylî ya Kîlîsê ku li hemberî Çobanbeyê dijî mikur hat ku hemû fermandarên DAIŞ'ê tirk in. Ozkan, anî ziman ku fermandarên DAÎŞ'ê ji bo leşkerên ser sînor dibêjin "Ew ji bo erka me ya welat radiwestin. Di navbera me de herêma ewle hatiye avakirin." Li ser 110 kîlometreyên sînorê di navbera Tirkiye û herêma Cerablus, Çobanbey û Ezaz ku di kontrola DAIŞ'ê de ye, bê navber sewqîyata leşkerî didome. Ev sewqîyata leşkerî wekî amadekariya "Herêma tampon" ku dixwazin li axa Rojava ava bikin tê zanîn. Di çarçoveya sewqîyata leşkerî de li navçeya Elbeylî ya Kîlîsê ku ser sînore bi dehan tank, topên obusê û maşîneyên zirxî, her wiha bi sedan leşkerên taybet hatine perwerdekirin hatin bicih kirin. Her kes dibîne û tînin ziman ku ji "Herêma Tampon" wêdetir, tirkiye bi armanca çeteyên DAIŞ'ê bi rehetî di sînore biçin û bên vê herêmê ava dike. Şahid û kuryeyê DAIŞ'ê Yusuf Ozkan ê li navçeya Elbeylî ya Kîlîsê ku li hemberî Çobanbeyê dijî çavdêriyên xwe ji DÎHA'yê re vegot. Kuryeyê DAIŞ'ê Yusuf Ozkan mikur hat ku ku hemû fermandarên DAIŞ'ê tirk in. Ozkan, anî ziman fermandarên DAÎŞ'ê ji bo leşkerên ser sînor dibêjin "Ew ji bo erka me ya welat radiwestin. Di navbera me de herêma ewle hatiye avakirin." 'Rêya çûn û hatinê li ser sînor ava kirin' Ozkan, destnîşan kir ku piştî sewqîyata leşkerî û kontrola leşkerî çeteyên DAIŞ'ê bi hêsanî di sînorê Tirkiye re diçin û tên û wiha got: "Olê me îslam e. DAÎŞ jî ji bo xwedê û Kur-anê ketine rê. Ez bi hêsanî diçim cem DAIŞ'ê û têm. DAIŞ û gel bûne perçeyek. DAIŞ serê kesî jênake. Tenê serê PKK'iyan jêdike. Ez kesên ku dixwazin tev li çeteyên DAÎŞ'ê bibin digînim sînorê qada DAÎŞ'ê. Li ser sînor tora derbasbûnê ava bûye. Ji bo ku ev qet her dem vekirî be em têdikoşin." 'DAIŞ gel dike mertal' Ozkan, îdîa kir ku çeteyên DAÎŞ'ê dema Çobanbeyî dagir kir, endamên rêxistinê 23 tirkmen qetil kirin û wiha berdewam kir: "Dema tirkmen hatin qetilkirin tu hêza wan li wir tune bû. Rejîma Esad herêm tev bombe kir. Ger ku Esad gotiba 'Ez paşve dikişim, gelê min hûn kê dixwazin wî hilbijêrin' wê demê gel dê hilbijartinek bikiraya. Lê Esat wisa nekir. Dê rojek bê berpirsiyarê cîhanê DAIŞ be. DAIŞ tenê serê hin kesan jê dike. Hin kurd di cihê xwe de rehet nasekirin. Çima DAIŞ ji rewşenbirên kurd re tiştekî nabêje. Ez çûm li nava wan geriyam. Min bi wan re hevaltî kir. Kes nikare cihê ku DAIŞ lê heye bombe bike. Ji ber ku gel li wir dijî. DAIŞ di nava gel de ye." Ozkan bi vê gotinê jî îspat kir ku DAİŞ welatiyên sivîl ji bo xwe dike mertal. Ozkan, daxuyand ku berê sînor di ewlehiya rejîmê debû, lê niha di destê DAİŞ'ê de ye. DAÎŞ ji bo tirkiyê ne tehdît e. Fermandarên DAÎŞ'ê bi Tirkiyê re di nava dan û stendinê dene 45 gundên xizmên me li Elbeylî hene. Min bi berpirsiyarê DAIŞ'ê re hevdîtin kir. Got cihê te û hemû xizmên te li ser serê min hene. Hemû fermandarên DAIŞ'ê tirk in. Min got bi leşkeran re neyên hemberî hev. Wî jî got 'Em ne cahilin. Em dê çawa bên hemberî leşkeran. Ew ewlehiya welatê me dikin. Di navbera me de herêma ewlehiyê heye.' û têkiliyên xwe yên bi leşkeran re anî ziman." (mae)