Heke pevçûn bidomin krîza aborî li ber derî ye! 2015-08-31 09:02:40 SELMAN KELEŞ WAN (DÎHA) - Bi şerê ku Tayyîp Erdogan ji bo xeyala xwe ya serokbûnê li Kurdistanê da destpêkirin, pêvajoya çareseriyê hate rawestandin û bi şerê her diçe kûr dibe ve di qada aborî de krîzên mezin derket holê. Ji krîza aborî yek ji bajarê ku herî zêde bi bandor bû Wan e û li vir razemenî rawestiya. Serokê VANTSO'yê Nejat Takva rewşa krîzê nirxand û diyar kir ku heke wisabidome krîzekî aborî ya giştî li ber derî ye. Şerê ku Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo ku nebû serok hate destpêkirin qasî ku dibe sedema windahiya can, ewqas jî zirar da aboriyê. Li Serhad a ku ji şer gelek bi bardor bû, deriyên sînor ên Bajêrgêh ê ku vedibe Îranê, yên Kapikoy û Gurbulakê hatin girtin, dîza turîzma ku ji bo aboriya herêmê gelekî sûdewar bû jî ji ber pevçûnan gelekî kêm bû. Ji ber pevçûnan krîza aborî tê jiyîn û tê gotin ku heke ev bidome li welat bi tevahî krîz bê jiyîn. Serokê Odeya Sanayî û Bazirganî ya Wanê (VANTSO) Necdet Takva krîza aborî ya ku bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ve dest pê kir ji DÎHA'yê re nirxand bal kişand li ser cidîbûna rewşê. 'Pêvajoya aştiyê aboriya herêmê zindi kir' Takva got ku li pêvajoya aştiyê de li herêmê aborî gelekî baş û zindî bû û sedema zindibûna aboriyê ne ji ber dewletê ji ber kesên ku li herêmê razemenî kirin bû û cudatiya di navbera herêman de jî her çû ji holê rabû. Takva wiha axivî: "Çareserkirina pirsgirêka kurd yek ji tiştên ku girîng derdixist holê jî hêviya jiholê rakirina cudatiya pêşketinê ya di navbera herêman de bû. Ji bo çareserkirina vê yekê hêvî hebû lê hikûmet nekeve nava hewldanên girîng jî hewaya ku ji ber pêvajoya çareseriyê çêbû karsazên vê derê yên herêmî xiste nava tevgerê. Ev gelekî girîng bû. Me jî piştgirî dida van hewldanan. Atmosfera êrênî şa ku bi pêvajoya aştiyê re hat kesek nikare nedîtive bê." 'Şer bi milyonan kes xist nava krîza aborî' Takva bilêv kir ku şer ji krîzên mezin ên aborî re rê vedike û wiha berdewam kir: "Bi taybetî tabloya ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê derket holê, avanekirina koalisyonê û li aliyê din jî berdewamkirina operasyonên leşkerî ve pêvajo hate bidawîkirin û bi gotina Erdogan re 'xistina sarincê' nêzîkatiyetî ne rast bû. Hikûmeta demî ku pêvajoya çareseriyê ya bi awayeke baş bandor li ser bi milyonan kesan dikir, rawestandin bandorekî neyînî li ser bi milyonan esnafên me kir. '3 deriyên sînor ên vedibe Îranê hatin girtin' Takva bilêv kir ku bajarên herêmê bi Îranê re peymanên wan ên girîng hene û ji ber şerê heyî 3 deriyên sînor ên vedibin Îranê hatin girtin û bazirganî tevahî sekinî. Takva wiha got: "Têkîlya bazirganiyê ya ku bajarên herêmê bi Îranê re daniye bi tevahî ji holê hatiye rakirin, ew mirov ji ber fikaran nikarin karê xwe bikin. Hejmara tursitan gelekî kêm bû ji ber ku li herêmê şer heye. Fikarên mirovan hene ji bo careke din bazirganî zindî be divê şer bê rawestandin." 'Turîzm hatiye asta rewastandinê' Takva destnîşan kir ku ji ber pevçûnan karsazên ku dixwazin li herêmê razemeniyan bikin av hewldanên xwe paş ve kişandine û li herêmû turîzma ku xwedî potansiyeke mezin e jî hatiye asta rewastandinê. Takva ev tişt anî ziman: "Ev rewşa neyînî bandorê li hemû herêmê dike. Li hemberî vê rewşê mirov neçar dimînin û serî li bankeyan didin. Ji ber vê yekê jî deyndar dibin. Divê em vê yekê baş bibînin. Pêdiviya mirovên me aştî bû. Pêdiviya mirovên me bi şer tuneye. Divê mirovên me bi makeqanûna demokratîk ve xwe bikaribin îfade bikin. Vî rewşê bandoreke xirab li ser turzima ku ji bo aboriya herêmê sûdewar e jî têk bir." 'Herêm bi krîzekî mezin a aborî re rû bi rû ye' Takva derbirî ku heke aştî pêk neyê gel dê li herêmê bi krîzekî mezin a aboriyê re rû bi rû bimînin û wiha got: "Hêviya me ew e ku di demeke kin de aktorên siyasî aştiyê pêk bînin û wêrek bin. Li herêmê êdî rêvebirina me ya aboriyê her diçe qels dibe. Her roj bi dehan esnafên me îflas dikin, deynên xwe nikarin bidin. Heke aştî pêk neyê li herêmê krîzên mezin ê aborî dê çêbibe. Kriza aborî di heman demê de dê bibe sedama kûrbûna pevçûnan." 'Ji bo daxwaza îxtidarbûnê careke din diçin hilbijartinê' Takva bilêv kir ku AKP bi biryara hilbijartina pêşwext ve bi aqilên mirovan ve dilîze û wiha berdewam kir: "Îxtidara siyasî ji bo daxwaza xwe ya berdewamkirina îxtidara xwe careke din diçe hilbijartinê. Mirovên me ev yek heq nedikir. Li herêmê di dîrokê de yekem car bajarek bêyî ku pirsgirêka rewabûnê bijî dê rêveberiya cewherî pêk bihata. Ji bo aştî bê welatê me em difikirîn ku çi ji destên me bê bikin lê bi xitimandina hevdîtinen ve ev tabloya şer derket holê." 'Gel pir êş kişand' Takva got ku beriya 20 salan jî dewletê bi heman ferasetê operasyon pêk anî lê encam negirt, gelê kurd ji ber pevçûnan gelek êş kişand. Takva herî dawî ev nirxandin kir: "Ewil divê çek rawestin. Dewlet hemû kesan hembûz bike. Dewletê dikaribû di zemîna demokratîk de pirsgirêkê çareser bike. Lê ev pirsgirêk bi çekan ve çareser nabe. Tu farqa jî şerî ji êşên ku beriya 20 salan hatine jiyîn tuneye. Li herêmê êdî gel ji bo van êşan dibêje êdî bes e. Ji ber ku tiştên ku beriya 20 salan dihat kirin niha jî tê kirin. Divê êdî dev ji vî ferasetê berdin." (sa)