Ji bo jiyanê bi keda zêde û heqê erzan dixebitin 2015-10-04 09:04:52 EDENE (DÎHA) - Penaberên ji Rojava û Sûrî hatine li Edeneyê di nava karê zeviyan de dixebitin, bi kedek zêde û heqekî erzan debara xwe dikin. Penaberên karker rojê bi 20-30 TL dixebitin. Welatiyên ji Rojava û Sûrî ji ber êrîşên Esad û DAÎŞ' koçî Tirkiyeyê kirin, li herêma Çûkurovayê di nava zeviyan de dixebitin. Welatiyên penaber ku ji ber şer hatin Tirkiye, li vir jî di nava zor û zahmetiyên mezin de debara xwe dikin. Welatiyên Rojava û Sûrî li nava zeviyan karê çandiniyê dikin. Welatî bi kedek zêde û heqekî erzan debara jiyanê dikin. Karkerê bi navê Ramazan Îsa Rombo 2 sal berê ji Halepê hat Edeneyê û li vir karê çandiniyê dike. Ramazan İsa Rombo, rojê bi 30 TL dixebite û karê atolyeya pêlavan dike. Rombo, anî ziman ku li welatê xwe bi hêsanî debara hemû malbatê dikir, lê li vir kedek gelek zêde dide û heqê keda xwe nikare bistîne. Rombo, destnîşan kir ku li Helebê hefteyê 150-200 TL dixebitî, lê li vir hem rojê 12 saetan dixebite û hem jî erzan dixebite. Rombo destnîşan kir ku li Sûriyê her tiştê wan hebû, lê piştî şer neçar man ku bên Tirkiye. Rombo anî ziman ku li vir jî keda wan pir erzan e. Penaberê bi navê Îdrîs Rammo jî heman tişt anî ziman û da zanîn ku ji bo debara xwe bikin neçarin di nava van şert û mercan de bixebitin. (mae)