'Ji bo dadê dengê xwe bidin HDP'ê' 2015-10-26 13:02:07 STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Plangerên Bajêr, Endezyar û Mîmaran, bang li herkesî kir ku ji bo aşitî, azadî, wekhevî û dadê dengên xwe bidin HDP'ê. Meclîsa Plangerên Bajêr, Endezyar û Mîmaran, li Salona Civînê ya Cezayîrê daxuyaniya çapemeniyê dan û piştgiriya xwe ya ji HDP'ê re diyar kirin. Li ser navê Meclîsê Alî Mîrkan Konar daxuyanî xwend û got "Emê li hemberê bloka şer, bloka aşitiyê xurt bikin. Emê daxwaza aşitiyê ya gelan bînin ziman." Konar bang li herkesî kir ku ji bo aşitî, azadî, wekhevî û dadê dengên xwe bidin HDP'ê. (sy)