Yuksekdag: Em ê bi hêza xwe ya cewherî ve sindoqan biparêzin 2015-10-30 09:06:02 WAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinan de di serî de qatlîama Enqereyê ku 102 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê AKP'ê ve gelek provokasyon ketiye dewreyê û ji ber vê yekê jî ji bo hilbijartinan ev çend roj mane hemû kes baldar bin. Yuksekdag bang li hemû kesan kir û xwest ji bo ewlehiya hilbijartinan seferber bibin û nirxandina "Em ê bi hêza xwe ya cewherî û parastina xwe ya cewherî ve sindoqan biparêzin" kir. Bi polîtîkayên AKP'ê yên binçavkirin. girtin û qatlîamê ve pêvajoya hilbijartinê derbas bû û çend roj ji bo hilbijartinê man, çapemeniya hewzê ji bo piştî 1'ê Mijdarê senaryo tên rojevê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag têkîldarî ewlehiya hilbijartinê, provokasyonên beriya hilbijartin û piştî hilbijartinê yên ku dibe ku bikevin dewreyê ji DÎHA'yê re nirxandin kir. 'Divê li her derê dildar bibin muşahîd' Yuksekdag bal kişand li ser ewlehiya sindoqan û ev bangawazî ji bo hilibjêran kir: "Em ê bi hemû hêza xwe ya partiyê ve bi hemû dildarên HDP'ê ve di 1'ê mijdarê de xwedî li rûmet, îrade û pêşeroja xwe derkevin. Gelê me jî baş dizane ku li hemberî me îxtidareke ku dijminê îrade û pêşeroja gelê Tirkiye û gelê kurd ye re rû bi rû ne. Bi rojan e li ser sindoqan planên qirêj dikin. bila nebûjen ku gelên Tirkiyeyê û gelê kurd vê yekê nabînin. Em hemûyan dizanin. Lê tenê ev ne bes e, tenê dîtîn ne bes e. divê hemûyan têk bibin. Em ê bi xwedîliderketina sindoqan ve vî planê pûç bikin. 2 roj dem man. Gelê me hê jî dikarin biçin rêxistinên me yên navçe û bajaran û ji bo muşahidiyê serlêdanê bikin. Divê hemû dildarên aştî û demokrasiyê bibin muşahîd." yuksekdag destnîşan kir ku wan agahiyên ku dê li Kurdistanê sindoq bên yekirin û ji ber vê yekê banga seferberiya xwedîlêderketina sindoqan kir. Yuksekdag got ku ewê li Wanê dengê xwe bi kar bîne û wiha berdewam kir: "Ez ê jî wekî Hevseroka Giştî ya HDP'ê piştî ku dengê xwe bi kar anî bi muşahîd û gelê me re bim. Em ê bersivva demokratîk bidin." Yuksekdag diyar kir ku AKP ji bo ku den neyê bikaranîn çi ji destê wî tê dike û ev bangawazî kir: "Ez bang li gelê me dikim û dixwazim ku gelê me li kû derê be bila be biçin ser sindoqan. Bi çûnyîna li ser sindoqan em dikarin bersivê bidin van êrîşan." Yuksekdag wiha got: "Yên ku deng didin me, keyayan gazî qereqolan dikin û tehdîd kirin. Mînakên îmzeyan û yên nivîsan girtin. Gotin careke din deng nedin HDP'ê. Hemû Tirkiye dizane diz kî ye. Ligel hemû tehdîdan em dizanin gelê me dê ji bo HDP'ê deng bi kar bîne." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinan de di serî de qatlîama Enqereyê ku 102 kesan jiyana xwe ji dest dan de, ji aliyê AKP'ê ve gelek provokasyon ketiye dewreyê û ev nirxandin kir: "Di 7'ê Hezîranê de li herêmê şerê ku hate destpêkirin nîşaneya provokasyona AKP'ê ye. Em dizanin ku AKP û qesr gelek provokasyonan dike û dê provokasyonan zêde bikin. Beriya hilbijartinê û piştre gelek provokasyon bên derxistin. Bila gelê me baldar be" kir. Yuksekdag got ku ew ê di sindoqanan de ewlehiyê pêk bînin û wiha axivî: "Em bawer nakin îxtidar ewlehiya sindoqan bigire ji ber vê yekê jî em bi hêza xwe ya cewherî bawer in em ê bi hêza xwe ya cewherî û parastina xwe ya cewherî vê sindoqan biparêzin." (sa)