Geverî: Rengê dengên xwe neguherînin 2015-10-30 09:08:01 COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê ku piştî rêveberiya cewherî hate îlankirin bi êrîşên hêzên dewletê ve rû bi rû ma 6 kes hatin qetilkirin diyar kirin ku dê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de rengê dengên xwe neguherînin, biçin li ser sindoqan û ji AKP'ê heseb bipirsin. Li navçeya Geverê a Colemêrgê piştî ku rêveberiya cewherî hat îlan kir rastî êrîşên herî giran a dewletê hat û di nava 3’ê mehan de 6 kes ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Welatiyên navçeyê ligel xebatên avakirina pergala rêveberiya cewherî amadekariya hilbijartina 1’ê Mijdarê jî dike.Gel û zarokên Geverê jî bal kişand li ser helwesta dewletê ku li ser gelê Geverê komkujiyan dike û diyar kirin ku ew ê bersiva AKP’ê ne bi zilm û zordariyê bi jiyanek nû û jiyanek azad bersiv dibidin AKP’ê. ‘Ji bo jiyanek Azad dengê xwe bidin HDP’ê’ Niştecihên taxa Ormanê ya êrîşên dewletên yên herî giran li ser wan pêk hat axivîn. Jina bi navê Zûbeyde Emre diyar kir ku ji bo ku êdî komkujî li Geverê neyên jîn bila hemû gelê Geverê dengê xwe bide xwe. Ji bo jiyanek azad û ji bo zimanê xwe divê hemû gelê kurd dengê xwe bide HDP’ê. Esnafê bi navê Kazım Bartin da zanîn ku li dijî politîkayên komkujiyê ya dewletê ew ê ji bo biratiya gelan û aştiyê dê dengê xwe dide HDP’ê û wiha axivî: "AKP ji bilî zext û zordariyê tu hişmendî nîne. Li ser axa me kurdan jiyana ku em dijî ji mere zehmet dide jiyandin. Ji bo ku êdî gelê kurd li ser axa xwe zehmetiyan nekêjîne divê hemû gelê kurd li HDP’ê xwedî bi derkeve û em di wê baweriyê de ne ku HDP dê wê carê bi 100 parlementeran biçe Meclîsê." ‘Şoreş bang li hemû kesên ku dengê wan heyî kir’ Zarokên ku li taxa Eskî Kişlayê xwe di pişta xendekên ku ji aliyê gel ve ji bo paranstina xwe bikin ve hatî kolandin xwe di azad hîs dikin û di pişta xendekan lîistok dilîzin yek jî ji van zarokê bi navê Şoreş Bartin ne. Bartin diyar kir ku şerê AKP’ê yê li hemberî kurdan 3 meh berê dest pêkir. Bartin got ku ev êdî şer naxwazin lê hemberî êrîşên polîsan jî ew ê li ber xwe bidin. Bartin wiha got: "Divê hemû mezinên me ji bo aşitîyê 1’ê Mijdarê biçên ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê nedin AKP’ê ." ‘1’ê Mijdarê ji bo hemû gelan fersend e' Hevsera Fettah Es ê ji 27’ê tebaxê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin Leyla Es got ku divê hilbijartinên 1’ê Mijdarê deng bide cihanê û wiha berdewam kir.”Ev sala na dewleta tirk li ser gelê kurd komkujiyan û qetliyaman dike.Ji bo ku êdî dewleta tirk li ser gelê kurd komkujiyan rehet neke divê hemû gelê kurd bibe yek deng yek renk.” Es da zanîn ku AKP’ê komkujiyên Îsal û salan dike ji ber van denga ne ji ber wê jî divê hilê de gelê kurd bila xwedî li sandiq, dengê xwe bibin. Ji bo hemû gelan 1’ê Mijdarê fersend e ku jiyanek wek hev bijîn. Xebatkarê Azadiya Welat Mesud Karabulut jî diyar kir ku hilbijartina 1’ê Mijdarê ji bo hemû gelan girînge û wiha got:”AKP di hemberî nirxên gelê kurd bi êrîşkar nêzî dibe. Ji bo ku gelê kurd ji zilma AKP’ê û dewleta tirk xilas bibe divê em li nirxê xwe xwedî derkevin û hilbijartina 1’ê Mijdarê ji bo hemû gelê kurd û kesên demokrat fersendeke mezin e.Divê gelê kurd vê ferqê debe û dengê xwe bide HDP’ê." (zf-nt/sa)