Ji bo dengê xwe nedin HDP'ê di 1'ê mijdarê de wan derxin operasyonê 2015-10-30 13:14:55 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê hate îdiakirin ku leşker bi cerdevanan re civîn pêk aniye û ji bo dengê xwe nedin HDP'ê li herêmê operasyona leşkerî pêk bînin. Cerdevanê bi navê S.A. got ku rayedarê leşkerî gotiye ew çiqasî bibêjin jî zanin wê dengê xwe bidin HDP'ê ji ber vê yekê di 1'ê mijdarê de wan derxin operasyonê. HDP di hilbijartina 7'ê hezîranê de li Şirnexê bi serkeftineke mezin 4 parlamenterên HDP'ê hilbijart û şandin meclîsê. AKP ji bo pêşiya serkeftina HDP'ê bigire serî li hemû dek û dolaban dide. Li Şirnexê hate îdiakirin ku rayedarên leşkerî cerdevanên herêmê li Fermandariya Tumenê ya Şirnexê civandine û ji wan re gotine ku ew ê 1'ê mijdarê bi leşkeran re derkevin operasyonê. Ev fermana leşkeran di nava cerdevanan de rê li ber nîqaşa ku ji bo ew dengê nedin HDP'ê dê wan roja hilbijartinê derxin operasyonê vekir. Cerdevanekî bi navê S.A. diyar kir ku ew jî tevlî civîna di roja çarşemê li navenda Fermandariya Tumenê ya Şirnexê pêk hatiye bûye û ev agahî da: "Rayedarekî leşkerî destnîşan kir ku divê kes dengên xwe nede HDP'ê. Li ser daxwaza rayedarên leşkerî hemû cerdevanên herêmê li Tumena Şirnexê civiyan. Rayedarê leşkeran got 'em çiqas bêjin cerdevan bila dengên xwe nedin HDP'ê jî hûn ê herin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP'ê. Lewma roja hilbijartinê em ê operasyon bidin destpêkirin da ku hûn neçin ser sindoqan." S.A. da zanîn ku rayedarê leşkerî gotiye dê her kes tevlî van operasyonan bibin û bi gotina "Bêjin nas û mirovên xwe ji bila dengê xwe nedin HDP'ê" gef li wan xwar. S.A. anî ziman ku gelek cerdevanên herêmê tevlî vê civînê bûn. (cno/ea/wk)