Yuskekdag: Jiyana jinê jiyana azad û birûmet e 2015-10-30 15:46:25 WAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de jin ziyaret kirin û bertek nîşanî Serokê Trabzonsporê Îbrahîm Haciosmanoglu yê têkildarî jinan de daxuyaniyên zayendî dayîn da û wiha got: "Li Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî ya zilam bi hişmendiya desthilatdar jiyana jinê weke sûc dibîne. Jiyana weke jinê ya bi rûmet, azad jiyana hilberîner e." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Kooperastîfa Çand, Hawirdoar û Piştevaniya Jinê ya Sixkê (BÎKAD-KOOP) a di bin pêşengiya KJA'yê de hatî vekirin û hilberînênên xwezayî dike ziyaret kir. Yuksekdag derbarê xebatên kooperatîfê de agahî girtin. Yuksekdag di ziyaretê de li ser girîngiya mîsyona jinê ya tevlîbûna jiyana hilberîneriyê rawestiya. Yuksekdag bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Trazbozsporê Îbrahîm Haciosmanoglou yên "Heke ez weke cihê sed salan bijî ez weke mirov salekê bijî" dan û wiha got: "Me îro li vir xweşikbûnên jinê afirandin, bereketa jinê û nirxên jinê afirandin dibînin. Li Tirkiyeyê hişmendiya zilam a desthilatdar jiyana weke jinê sûc dibîne. Jiyana weke jinê ya bi rûmet, azad jiyana hilberîner e." (eş-fb/bd)