Jinên Îzmirî banga xwedîderketina sindoqan kirin 2015-10-31 09:05:36 ÎZMÎR (DÎHA) - Ji hilbijartina 1'ê mijdarê re rojek ma. Berî hilbijartinê jinên Îzmirî bang li hilbijêran kirin û xwestin hem li HDP'ê û hem jî li sindoqan xwedî derkevin. Rojek berî hilbijartina 1'ê Mijdarê jinên Îzmirî bang li hilbijêr û gelê Îzmirê kirin û xwestin hem li HDP'ê û hem jî li sindoqan xwedî derkevin. Jinan diyar kirin ku HDP ji bo jinan heviyek nû ye û xwestin hemû jin di bin banê HDP'ê de bibin yek. Jina bi navê Perihan Koca, diyar kir ku aştî dê bi HDP'ê were Tirkiyeyê û HDP di mijara jinê de partiyek hasas e. Seher Nalci jî xwest her kes li HDP'ê xwedî derkeve û wiha got: "Divê jin bibînin ku kî şer derdixe. Divê jin li dengê xwe û sindoqan baş xwedî derkevin." Jina bi navê Gamze Firat jî anî ziman ku tenê HDP têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê dide û tenê HDP dikare aştiyê bîne Tirkiyeyê. Firat ji ber van sedeman bang li hemû jinan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. Dayika Aştiyê Cemile Aydın jî anî ziman ku dê jin li dijî helwesta Serokomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya şer di hilbijartinê de sekna xwe nîşan bidin. Aydin, da zanîn ku jinên kurd 30 sal in têdikoşin û di 1'ê Mijdarê de têkoşîna wan bi serkeftinê bi encam bibe. (mae/sy)