Turê li Qoserê dest pê kir li Nisêbînê bû lehî 2015-10-31 13:51:43 MÊRDÎN (DÎHA) – Parlementer û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê di roja dawî ya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi slavkirin tura navçeyan didomînin. Karwanê wesayîtan a parlementeran li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran kes ve hate pêşwazîkirin. Parlementer û namzetê HDP’ê yên Mêrdînê xebatên xwe yên hilibijartinê bi konvoyekî ji hezaran wesayîtan pêk dihat li navçeyan geriyan û bi salvkirinê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewan kirin. Di nav de ku parlementer û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê Enîse Guneylî, Gulser Yildirim, Mîthat Sancar, Erol Guler, Alî Atalan û Erol Dora ku hebûn, di saetên serê sibehê de bi beşdariya navçeyên Qoser, Dêrîk, Şemrex, Stewr û Artuklu li Qoserê hatin cem hev û tura nav bajêr ewil li Qoserê da destpêkirin. Nisêbîn bi rûhê berxwedanê kerwaêm wesayîtan pêşwazîkirin Piştî slavkirina Qoserê bi hezaran wesayîtan li ser rêya Îpekê berê xwe dan navçeya berxwedê Nisêbînê. Karwanê wesayîtan di têketina Nisêbînê de ji aliyê sedan wesayît û hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin û paşê berê xwe navenda Nisêbînê. Dema karwan ket navenda Nisêbînê gel bû lehî û herikî ser kolanan. Konvoy ji aliyê deh hezaran kesan ve li ser kûçe û kolanên Nisêbînê bi rûhê berxwedanê hate pêşwazîkirin. Parlementerên HDP’ê gel slavkirin û her wiha di otobusa anonsê de bê navber slav li Qamişlo re jî şandin. Demek dirêj konvoy di nav navçeyê da ma û karwanê wesayîtan paşê derbasî navçeya Midyadê bû. Dê karwanê wesayîtan biçe Midyad, Mehsert, Rişmil û li navenda Mêrdînê dawî li tura slavkirinê bîne. (bg/bd)