Şerê li Kurdistanê esnafên Tirkiyeyê jî ber bi îflasê ve dibe 2015-12-04 10:09:39 EDENE (DÎHA) - Esnafên Edeneyê ku fêkî û sebze difiroşin bajarên Kurdistanê, diyar kirin ku ji ber rewşa awarte wekî berê nikarin kar bikin û eger rewşa şer bi vî rengî berdewam bike dibe ku gelek esnaf îflas bikin. Bandora şerê li Kurdistanê roj bi roj li bajarên Tirkiyeyê jî xwe nîşan dide. Ji ber qedexeya derketina kolanan û pêkanînên rewşa awarte, esnafên li Kurdistanê di rojên teng re derbas dibin. Ev rewş bi Kurdistanê re bi sînor namîne û her ku diçe zêdetir bandor li bajarên Tirkiyeyê jî dike. Gelek esnafên li metropolan nema dikarin malên xwe bişînin Kurdistanê. Edene jî yek ji wan bajaran e ku, bi taybet fêkî û sebze ji Kurdistanê re tê şandin. Esnafê hal ê Edenê diyar dikin ku karê wan ji sedî 80 daketiye. 'Em nikarin mal bişînin û heqê xwe bigirin' Yek ji esnafên halê Ahmet Artan, diyar kir ku ji ber rewşa awarte ya li Kurdistanê di karên xwe de zirarê dikin û nema wekî berê dikarin fêkî û sebze sewqî bajarên Kurdistanê bikin. Artan da zanîn ku bi taybet di 5 mehên dawî de sewqîyat hema hema sekiniye. Artan wiha axivî: "Em mal dişînin, rê girtiye, dibêjin qedexeya derketina kolanan heye û kamyon vedigere. Em hem nikarin mal bişînin hem jî heqê xwe bigirin." ‘Eger wisa berdewam bike emê îflas bikin’ Serokê komeleya esnafên halê Oktay Ogur jî got ku ew ji ber rewşa Kurdistanê êdî nikarin kar bikin. Ugur anî ziman ku herî zêde gelê li herêmê ji şer bi bandor dibe lê her ku diçe bandor şer li ser wan jî zêde dibe. Ogur wiha pê de çû: "Karên mi ji sedî 80 daket. Em hilberîna xwe neşînin wê derê dê çi bibe? Dê di destê me de bimîne û birize. Ji xwe niha rewş wisa ye. Ji ber ku her der girtî ye em nikarin tiştek bişînin. Daxwaza me ji hikûmetê ew e ku ev şer were bi dawî kirin. Eger pêvajo bi vî rengî berdewam bike emê îflas bikin." (sy)