Mîhrîcana Fîlman a Gola Wanê destpê dike 2015-12-04 11:43:37 WAN (DÎHA) - Li Wanê 4'emîn Mîhrîcana Fîlman a Gola Wanê û Xelatên Înce Kefalî yên Sînemayê di 6'ê Kanûnê de destpê dike. Dê di çarçoveya mîhrîcanê de gelek çalakî werin lidarxistin û ev bername hemû dê bê pere bin. Li Wanê Mîhrîcana Navneteweyî ya Gola Wanê û Xelatên Sînemayê yên Înce Kefalî vê hefteyê destpê dike. Mîhrîcan ji aliyê Şêwirmendiya Çand û Hunerê a Bajar ve tê organîzekirin. Mîhrîcan dê bi fîlma 'Kesîk' a Fatîh Akin destpê bike her wiha dê gelek fîlmên din bên nîşandan. Di mîhrîcana ku dê 6 rojan bidome de dê fîlm, ger û gelek çalakiyên cûda pêk werin û mîhrîcan dê 11'ê Kanûnê bi merasîma xelatan bi dawî bibe. (no/sy)