Keşîşê Dêra Wanê: Ev der ne tenê nirxê xirîstiyanan e nirxê gel e 2015-12-05 10:22:44 WAN (DÎHA) - Keşîşxaneya Surp Marînos Wanê ku zêdeyî 900 sal in li dijî hemû êrîş û talankirinê li ber xwe dide, hemû nirxên ol, çand û dîrokê diparêze. Keşîşxaneya Surp Marinosê her çend di envantera Wezareta Çandê de cih bigire jî, disa bêxwedî hatiye hiştin û terkî hilweşînê hatiye kirin. Têkildarî warên dirokî yên terkî hilweşînê hatine kirin, Keşîşê Dêra Wanê Vahit Yildiz, diyar kir ku ev dêrek dîrokî û çandî ye. Divê nebêjin tenê ya xirîstiyanan e. Ev nirxê gel e. Divê wekî nirxên vê axê bê parastin. Li taxa Arkboyu ya Navçeya Payizava ya Wanê, Keşîşxaneya Dîrokî Surp Marînos, bi rûxandinê re rû bi rûye. Ji ber ku keşîşxane hildiweşe welatiyên herêmê û nûnerên dêrê bertekên xwe anîn ziman. Dêra Surp Marînos 900 sal berê ango di sedsala 11'an de hat avakirin. Keşişxaneya Ermeniyan Surp Marinos ji ber bê xwedî maye, hemû dîwarên wê hilweşiya ye û wêran dibe. Li gel hemû êrîşên derdorê û talankirinê dîsa di ber xwe dide û li ser piyan e. Keşişxaneya ku bi fîgur, mîmarî û dîroka xwe balê dikişîne ser xwe wekî bîrdariyekê li ser piyan e. Li derdora wê jî goristanek dîrokî heye. Li ser kêliyê goran nivîsên dîroki û fîgur nîşan dide ku goristanek pir dîrokî ye. Lê Xiznedaran her der talan kiriye û wêran kiriye. Li aliyê din ev warê dîrokî her çend di qeyd û envateriya Wezareta Çandê de cih bigire jî bê xwedî hatiye hiştin. Hin welatî jî vê Dêr û Keşîşxaneyê wekî gom û kadîn bikar tînin. Li aliyê din jî xiznedaran hemû kevirên wê û dîwarê wê kolandine û talan kirine. Keşîşê Dêra Wanê Vahit Yildiz, anî ziman ku ev warekî dîrokî ye û ne tenê warê xirîstiyanan e. Yildiz, destnîşan kir ku ev nirxên gelen e û divê werî nirxên gelan bê parastin. ‘Dewlet berpirsiyar e' Yildiz, da zanîn ku ev warên çandî, dîrokî û baweriyê nirxên gelên herêmê ye û divê her kes li van nirxên dîrokî xwedî derkevin. Yildiz, bilêv kir ku li herêmê bi sedan dêr û keşiş hene û hemû warên dîrokî yek bi yek talan dibin. Yildiz, daxuyand ku pêwiste hem rayedarên dewletê û hem jî gelê herêmê li van war û şûnwarên dîrokî xwedî derkevin û biparêzin. Yildiz, bertek nîşanî rayedarên dewletê da û anî ziman ku rayedar dixwazin ev çand û dîroka hezar salan winda bibe û gelê herêmê bê çand û kok bihêle. Yildiz, bilêv kir ku li herêma Gola Wanê 3 dêr hene û di nava van dêran de tenê Dêra Axtamara li ber çavan e. ‘Nirxên gelê kurd in' Yildiz, da zanîn ku ev warên dîrokî ne tenê aydî xirîstiyan û baweriyan in, di heman demê de aydî hemû gelê ku li vê herêmê dijî. Yildiz, da zanîn ku ev nirxên vê herêmê aydî gelên vê herêmê ne û pêwiste ev warên şaristanî û dîrokî bên parastin. Ger ku gel li van nirxên xwe yên çand û dîrokî xwedî dernekevin dê ev nix tev winda bibin û talan bibin. Welatiyên van dêr û keşîşan bikar tînin bi nezanebûn û xerab bikar tînin. Divê ev welatiyên ku van dêr û keşîşan bikar tînin jî ne wekî kom û kadin, divê wekî warê çand, dîrok û baweriyê bikar bîne û biparêze. Divê hurmenê nîşanî van nirxan bide û biparêze." Têkildarî mijarê Midûrê turîzm û Çandê ya Bajar jî diyar kir ku tu xebatên wan ên der barê Keşişxaneya Surp Marinosê de tune ye. (mae)