Yekemîn Komxebata Aboriyê ya Elbakê destpê kir 2015-12-05 15:14:39 WAN (DÎHA) - Yekemîn Komxebata Aboriyê ya Elbakê ku ji aliyê KCD'a Wan û Komîsyona Aboriyê ya Elbakê ve hatiye amadekirin destpê kir. Di komxebatê de Hevşaredarê Elbakê Îhsan Guler got ku ew dixwazin modelek nû ya aboriyê bixin nava jiyanê û ev jî modela aboriya komûnal e. Komîsyona Aboriyê ya KCD'a Wan û Elbakê li avahiya Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê, 1'emîn Komxebata Aboriyê lidarxist. Parlementerê HDP'ê yê Wan Lezgîn Botan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê Necdet Takva, gelek endam û endezyarên Zaningeha Yuzuncu Yilê tevlî komxebatê bûn. Hevşaredarê Elbakê Îhsan Guler axaftina vekirinê kir û wiha axivî: "Modela ku em dixwazin bêxin nava jiyanê, modela aboriya komunal e. Xebatên me dê hêza cewherî ya gel, hilberînên gel yên cewherî derxe holê." Piştî Guler, Berdevkê Komîsyona Aboriyê ya KCD'a Wanê Şemsettîn Bakir jî da zanîn ku dema mirov ji aliyê aboriyê ve têra xwe neke wê demê civak ji bo her aliyê kedxwarinê vekirî ye. Piştî axaftinan komxebatê bêyî ku ji çapemeniyê re vekirî be berdewam kir. (no/sy)