Stranên xwe ji bo jin û aştiyê dibêjin 2015-12-07 10:40:24 STENBOL (DÎHA) - Koma Dîna Etnîk ku tê wateya 'ferîşteya 70 zimanan fêr dike' sala 2013'an hatiye avakirin û bi gelek zimanên cûda stranên xwe ji bo jin û aştiyê distêre. Kom, perspektîfa xwe ya mûzîkê bi van gotinan anî ziman: "Him pirsgirêka jinê him jî pirsgirêka aştiyê ji bo me derd bû ji ber wê me xwest em stranên xwe bi gelek zimanan bêjin." Koma Dîna Etnîk, di sala 2013'an de hatiye avakirin û ev kom tenê ji stranbêjên jin pêk tê. Navê komê di mîrtîlojiyê de tê wateye 'ferîşteya 70 zimanan fêr dike' û kom di zimanên weke îspanyolî, azerî, gurcî, erebî, yewnanî, boşnakî, kurdî, makedonî û ermenî stranan distêre. Jinên ku stranên gelêrî bi şêweyeke nû amade dikin û bi awayî ji muzîkhezan re pêşkêş dikin qala koma xwe Dîna kirin. Yek ji damezirînera komê Çîgdem Ergun Guvenç armanca wan a avakirina komeke jin wiha vegot: "Ji bo ku him li welat him jî li cîhanê ev qas tundiya li ser jinê heye em ber bi komeke wiha ava bikin ve birin. Fikra ku têkoşîn dê bi muzîkê were kirin di avakirina koma me de bandor kir." 'Cûdahiya ziman, nijad û cinsî nabe sedem ku şer û pevçûn derkevin' Guvenç da zanîn ku beriya ew repertuara xwe çêbikin wan gelek stranan guhdar kirine û axaftina xwe wiha domand: "Me stranên welatên cûda gelekî guhdar kirin. Him pirsgirêka jinê him jî pirsgirêka aştiyê ji bo me derd bû ji ber wê me xwest em stranên xwe bi gelek zimanan bêjin. Em dixwazin bidin fêrkirin ku cûdahiya ziman, nijad û cinsî nabe sedem ku şer û pevçûn derkevin, em stranên xwe li gor vê yekê hilbijêrin." 'Bi stranên xwe em balê dikêşin ser jin û aştiyê' Guvenç destnişan kir ku stranên wateya wan nezanin nabêjin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca me ew e ku wateya stranên ku em dibêjin ragihînin guhdaran ji ber ku her stranek ji bo me xwedî wateyekê ye. Bi vî awayî di stranê de em him balê dikişînin ser jinê him dikişînin ser aştiyê. Hevalên me yên di komê de him stranên dibêjin him jî amûr lêdixin, ji bo me çi pêwîst be em wê amûrê lêdixin û bi vê yekê em muzîkek baştir dikin." 'Jin him dikarin bistêrin him dikarin bijenin' Guvenç da zanîn ku ji ber ku dewlet mêr e ev yek weke her qada jiyanê bandora xwe li ser muzîkê jî dike û wiha pêde çû: "Yên ku amûran lê dixin piranî mêr in û yên dibêjin jin. Em jin him dikarin bêjin him jî dikarin bijenin. Em bang li jinan dikin ku muzîkê bikin, em dikarin di her qada jiyanê de cih bigirin û di muzîkê de jî." 'Em hewl didin hestan bi hemû zimanan bigehînin guhdarên xwe' Endamek din a komê Bîrcan Katirci da zanîn ku navê ku ji mîtolojiyê tê û wiha axivî: "Dina tê waneye 'ferîşteya 70 zimanan fêr dike' û em jî di her ziman de stranan dibêjin. Ji bo ku ev nav gelekî li me tê me ev nav li xwe kir. Em di gelek zimanan de stranan distêrin û bi vê yekê em hewl didin ku hestên hemû zimanan ragihînin guhdarên xwe." 'Ger dem û derfet hebe hemû jin dikare biafirîne' Endamek din a komê Feryal Gunal jî got ku jin dikare amûrê bijenîne û ev tişt gotin: "Jin him dikare amûrê bijene him jî dikare gotinan biafirîne. Derfet û dem nadin jinê lê her jina ku dem hebe dikare muzîkê bike." Asligul Şahîner jî got, ew ji ber ji têkoşîna jinê bi bawer in komê ava kirine û wiha berdewam kir: "Em di nav têkoşîna jinê de di Dîna de cih digirin. Em her tişt bi hev re parvedikin. Xeman jî şadiyan jî. Em di nav hevgirtinê de ne." Endamên komê diyar kirin ku yek ji armancên wan ên esasî jî ew e ku li Beyrûdê konserekê bidin. (no/sy)