Mîhrîcana fîlman a Amedê yadî Tahîr Elçî kirin 2015-12-08 12:09:39 AMED (DÎHA) - 7'emîn Mîhrîcana Fîlman a bi navê 'Kîjan mafê mirovan' ku ji aliyê Documentarîst ve tê lidarxistin dê di navbera 11-13'ê kanunê de li Amedê destpê bike û mîhrîcana îsal yadê Tahîr Elçî hate kirin. 7'emîn Mîhrîcana Fîlman a bi navê 'Kîjan Mafên Mirovan' ku ji aliyê Documentarîst ve tê lidarxistin dê di navbera 11-13 kanunê dê li Amedê were lidarxistin. Mijara sereke ya mîhrîcana îsal "Penarber in" û dê belgeselên li ser berxwedan, mafên jinan, komkujî û hevrûkirin werin pêşandan. Belgesel dê li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bê pere werin nişandan û dê hin derhênerên belgeselan jî tevlî mîhrîcanê bibin. Mîhrîcan dê bi belgesela "Nû Jîn" ku çîrokên jinên pêşengiya berxwedana Kobanê kirine kiriye mijar destpê bike. Derhêner Veysî Altay derbarê mîhrîcanê de agahî dan. Altay got ku Belgesela "Şopa pelpelîtanê" qala mirovên di Bihara Ereban de li hember rejîme derketine, belgesela "73" qala jiyana Êzdiyên li Şengalê, belgesela "Xwedê rojên yekşemê naxebite" qala komkujiya li Rûandayê, "Kolonî" qala xebatkarên di kanê komiran de dixebitin, belgesela "Hay way zeman" qala komkujiya Dersîmê dike û "Bark" fîlma Hacî Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê hatiye qetilkirin tê de lîstiye. Mîhrîcan yadê Tahîr Elçî tê kirin Altay da zanîn ku diruşmeya mîhrîcana ku ÎHD, TÎHV, TMMOB û Şaredariya Rezanê amade dike dê "Em serî natewînin" be. Altay bilêv kir ku wan mîhrîcan yadê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ê di 28'ê mijdarê de li Sûrê hatiye qetilkirin kiriye. Bernameya mîhrîcanê wiha ye: 11 Kanun 13.00 - Nûjîn 12 Kanun 14.00 -Bark, Soluk 15.00- Kırlangıcın Yuvası, Meşvan, Ev, Sessiz, Koloni, Kelebeğin izi 19.00 -Hay way zaman, Tanrı pazar günlerini sevmiyor 13 Kanun 15.00- Bark, Soluk, Güçlü irade, Kelebeğin izi 17.00- Sessiz, Koloni, Tanrı Pazar günlerini sevmiyor 19.00 -Kırlangıcın yuvası, Ev, Meşivan (no/sy)