Qedexe û êrîşên dewletê zerarek mezin da esnafên Sûrê 2015-12-12 09:09:49 AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê piştî dewletê kolan li welatiyan qedexe kir, polîs û tîmên taybet bi çekên giran êrîşî warên dîrokî kir û gelek mal hilweşandin. Ji ber ku nêzî mehek e kolan li Sûrê tên qedexekirin û navçe di bin dorpêça polîsan de ye, êdî esnafên Sûrê nikarin kar bikin. Esnafan diyar kirin ku piştî êrîşên dewletê her dikanek nêzî 20 hezar tl zerara wan çêbûye. Li navçeya Surê ya Amedê 6 car in dewlet kolanan li welatiyan qedexe dike û navçeyê dorpêç dikin. Ketin û derketina navçeyê li welatiyan digirin û welatiyan di malên wan de hepis dikin. Piştî kolanan li welatiyan qedexe dikin bi çekên giran êrîşî mal û warên dîrokî dikin. Heta niha gelek welatiyên derketin kolanan bi destê sekvanan hatin qetil kirin. Esnafên Sûrê jî ji ber dorpêça polîs û tîmên taybet nikarin ji malên xwe derkevîn û bi hefteyan in nikarin dikanên xwe vekin. Herî dawî 9 rojan li ser hev kolanên Sûrê li welatiyan hat qedexekirin. Çawa qedexe rabû hêj 24 saet derbas nebûn dîsa kolan li welatiyan hat qedexekirin. Timen taybet û polîs bi êrişan dixwazin navçeya Sûrê bi temamî bê mirov bihêlin û zerarek mezin didin esnafên navçeyê. 'Armanc valakirina Sûrê ye' Bi taybetî di 3 mehên dawî de ji ber kolan li welatiyan û esnafan tê qedexekirin, êdî esnafên Sûrê ku wekî navenda bazirganiyê û aboriyê ye, zerarek mezin dîtin. Esnafên Sûrê diyar kirin ku bi qedexeyan re zerarek mezin dîtin. Esnafê taxa Dabanoglu ya Sûrê Recep Akdenizlî yê 52 sali diyar kir ku bi van êrişan armanc dikin ku Sûrê vala bikin û bê mirov bihêlin. Akdenizli, da zanin ku 20 salin debara xwe bi dikanek biçuk dike û wiha got: "Piştî pêvajoya çareseriyê xelas bû êrîşên dewletê zêde bûn. Bi destpêkirina êrîşan re êdî zerar dit û heta niha nêzî 10 hezar TL deynê wî çêbûye. Li aliyekî mirov tên qetilkirin, li aliyê din esnaf zerarek mezin dibinin û îflas dikin. 'Ji darbeya 12'ê îlonê xerabtir e' Esnafê 60 salî Recep Yildiz ê li Bazara Mast 45 sal in esnaf e jî diyar kir ku heta niha hovîtiyek wisa mezin pêk nehatiye û wiha got: "Ev hovitî ji pêkanînên 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê girantir in. 10-15 rojan bê navber kolan tên qedexekirin. AKP bi van pêkanînan, çerekî giştî li hemberî gelê kurd daye destpêkirin. Dixwazin jiyanê li Sûrê rawestinin. Naxwazin em li vir kar bikin. Ger ku dewlet dest me nede, em dê bi salan bijîn û tiştek li me nayê." 'Êrîşa dewletê esnaf talan kir' Esnafê 35 salî Mesut Kanpakoglu yê li Kolana Gazî 10 sal in kar dike, diyar kir ku Sûr dilê aborî û bazirganiya Amedê ye û wiha got: "Bi sedsalan e jiyanek zindî li vir heye. Lê vê êrîşa dewletê esnaf talan kir. Zerarek mezin da esnafan. Her esnafek heri kêm bi 20 hezar tl zerar dît. Dixwazin hemû esnaf vir vala bikin û zerarê didin warên dîrokî." Bi dehan esnafên Çarşiya Şewitî jî bertek nîşanî êrîşên dewletê dan û diyar kirin ku polis û tîmên taybet vir kiriye barageha xwe. Esnafan, da zanîn ku polîs û dewlet dixwaze esnafan li vir xelas bike û dîrokê tune dikin. (mae)