Mîhrîcana fîlman ji ber êrîşan betal bû 2015-12-13 19:17:43 AMED (DÎHA) - Du seansên 7'emîn Festîvala Fîlman Ya Kîjan Mafên Mirovan ji ber êrîşên AKP'ê yên li dijî navçeya Sûrê ya Amedê hatin betalkirin. 7'emîn Festîvala Fîlman Ya Kîjan Mafên Mirovan ji ber êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî navçeya Sûrê ya Amedê hatin betalkirin. Mîhrîcanê di 11'ê kanunê de dest pê kir û dê heya 13'ê kanunê berdewam bikiriba. Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ya li navçeya Peyasê ya Amedê hat pêkanîn. Dê belgefîlm û kurtefilmên Nûjîn, Bark, Soluk, Kirlangicin Yuvasi, Mêşvan, Sessiz, Kolonî, Guçlu Îrade, Kelebegîn Îzî, Hay Way Zaman, 73, Tanri Pazar Gunlerînî Çalişmiyor û Ev tevlî festîvalê bûbûna. Lê ji ber êrîş û hewldanên qatlîamê yên hikûmeta AKP'ê ya li ser gelek navçeyên Kurdistanê bi taybet jî Sûrê daye destpêkirin du seansên mîhrîcanê hat betalkirin. (bî-esa/sa)