Mihrîcana kurtefîlman bi şîara 'Gelê berxwedêr, sînemaya berxwedanê' dest pê kir 2015-12-15 19:52:55 ÊLÎH (DÎHA) - 6'emîn Mihrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney ya bi şîara "Gelê berxwedêr, sînemaya berxwedanê" li Sînemaya Yilmaz Guney dest pê kir. Hevşaredara Êlîhê Gulîstan Akel anî ziman ku ew mîhrîcana xwe diyarî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hate qetilkirin û hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê dikin. 6'emîn Mihrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney bi şîara "Gelê berxwedêr, sînemaya berxwedanê" li Sînemaya Yilmaz Guney dest pê kir. Sînemager Lîsa Çalan ya ku 5'ê Hezîranê di encama êrîşa bombeyî ya li hemberê mîtînga HDP'ê ya Amedê de her dû lingê xwe winda kirî ji beşdarê mîhrîcanê bû. Bi beşdarbuyîna gelek hiquqnas û xwendekaran koltuxên Salona Sînemayê tijî bû. Di mîhrîcanê de berxwedana Sur, Cizîr, Farqîn, Nisêbîn û Gever hat silavkirin û şehîdên komkujiya Maraşê û Roboskî ji hat bîranîn. Mihrîcan ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê û ji bo şehîdên berxwedana rêveberiya cewherî bi deqeyekê rêz girtinê dest pê kir. 'Sînemaya kurd de jî rola kurdan berxwedane' Sînemager Lîsa Çalan axaftina vekirinê kir û got ku sînemaya kurd de jî rola kurdan buye berxwedan. Çalan anî ziman ku gelê kurd îro ji hemû qadên Kurdistanê de li hemberê şerê qirêj berxwedanek bêhempa dimeşêne û got ku dive gelê kurd li hemberê vê qirêjiyê dengê xwe bilind bike. 'Kolanên Kurdistanê komkujiyê re rû bi rûye' Hevşaredara Êlîhê Gulîstan Akel jî diyar kir ku 5 emîn Mihrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney boraqê diyarî berxwedana Şengalê kirîbûn û got ku di Mihrîcana 6 emîn de jî heman dîmenên Şengalê li bakurê Kurdistanê derket holê. Akel dest nîşan kir ku di hemû kolanên Kurdistanê gel bi komkujiyê re rû bi rûye. 'Em ê bi şanogehê hemberê polîtîkayên qîrkirinê berxwe bidîn' Akel destnîşan kir ku wan nedixwest di pêjavoya êrîş li ser gelê kurd tê meşandin mîhrîcana xwe pêk bînin û wiha axivî: "Hemû deverên Kurdistanê êrîşên hovane tê meşandin û li hemberên van êrîşan berxwedana gelê kurd ya bêhempa bilind dibe. Heman demê de mîhrîcan jî berxwedane. Ji ber ku zimanê me û nasnameya me hatiye qedexekirin. Îro jî bi hema polîtîkayên qîrkirinê li ser gelê kurd e. Li hemberî wan polîtîkayên qîrkirinê em ê berxwedana gelê kurd şanogehan de nîşan bidin û em ê berxwedana xwe şanogehan de jî bidomênîn. Em ê bi hûnerê berxwe bidîn." Akel got ku ew ê ji bo azadiya gelê kurd hemû qadên jiyanê de dê berxwe bidin û wiha berdewam kir: "Em ê bi tilîliyan kolanan de berxwedanê bilind bikîn. Em mîhrîcana xwe diyarî Serokê Baroya Amedê TAhîr Elçî Yê hate qetilkirin û hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê dikîn." Piştre filmê Duvar ê Yilmaz Guney hate nişandan û hunermend Lawje derket ser dike. Mihrîcan dê heta 20'ê Kanûnê bidome. (ozp/sa)