Li Rihayê turîzm têk çû 2015-12-16 10:10:42 RIHA (DÎHA) - Piştî ku hikûmeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê da rawestandin û konsepta şer xiste dewreyê, qatlîamên bi bombeyî li Rihayê turîzm têk bir. Serokê Odeya Rehberên Turîstan ên Herêmî ya Rihayê M. Kamîl Turkmen diyar kir ku di atmosfera "aştiyê" de otel ji sedî sed tiji bûn û mafê kesekî tuneye "çareseriyê di sarincê de rawestîne." Riha ya ku yek ji navendên turîzmê ye di 2013'an de piştî ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir otel ji sedî 90 tijî bûn lê niha daketiye ji sedî 30'an. Ji ber kêmbûna turîstan hin otel hatin girtin hin jî di bin navê tadîlatê de di betlane de ye. Xwediyên otelan vê yekê bi êrîşa bombeyî ya ku li Pirsûsê pêk hav ve girêdidin. Ji ber şer revzervasyonên ku tên kirin jî tên betalkirin. 'Di atmosfera aştiyê de ji sedî sed zêde bû' Serokê Odeya Rehberên Turîstan ên Herêmî ya Rihayê M. Kamîl Turkmen diyar kir ku ew li bendê bûn ku di 2015'an de hejmara turîstan zêde bibe lê piştî qatlîama Pirsûsê turîstên biyanî rezervasyon betal kirine. Turkmen ê ku rewşa krîzê bi qedandina atmosfera aştiyê ve girêda wiha got: "Di 2010'an de hejmara turîstan 420 hezar. di 2014'an de jî 810 hezar bû. Ev tê weta ya ku di rewşa aştiyê de ji sedî sed zêbûn derketiye holê." Turkmen destnîşan kir ku hedefa wan di 2015'an de milyonet turîst bû lê di dawiya mijdarê de ev hejmar gelekî kêm bû. 'Mafê kesekî nîne ku çareseriyê bide rawestandin' Turkmen anî ziman ku pêvajoya pevçûnê ya pişti hilbijartinên 7'ê hezîranê dest pê kir bandor li ser hemû gelan kiriye û wiha got: "Mafê tu kesî nîne ku çareseriyê di sarincê de bide rawestandin. Hûn ji bo pêvajoya çareseriyê çi dibêjin bibêjin, navê wi dixwazin bila aştî be, dixwazin biratî be lê gel vê yekê dixwaze. Ev pêvajoya pevçûnê me xemgîn dike. Em dixwazin mirov bên û bigerin." 'Heke şer bidome dê aborî têk biçe' Alîkarê Midûrê Grant Hotelê M. Emîn Burmek jî diyar kir ku ji ber pêvajoya şer gelek otel hatine asta girtinê û wiha axivî: "Piştî bûyera Pirsûsê gelek otel hatin aste girtinê. Em difikirin ku pêvajoy dê xirabtir be. Ligel ku me buha daxistiye jî kes nayê. Heke şer bidome dê aborî têk biçe." Burmek nirxandina "Pêvajoya ku we xistiye sarincê derxînin û em jî tişta ku dikeve ser milê me pêk bînin" kir. (sa)