Tehma muzîka ji kasetan cûda ye 2015-12-23 09:10:22 RIHA (DÎHA) - Welatiyê bi navê Yusuf Karademîr ê ku li Rihayê bi dezgehê seyar kasetan difiroşe dibêje ku tehma guhdarkirinê muzîkê ji kasêtan cûda ye û wiha got: "Di destên min de kasetên pir kevn hene. Kasetên dengbêjan, hunermendên herêmî hene lê kes eleqeyî nîşan nade." Hejmara dezgehên kasêtên ku berê mirov ber derbas dibûn û dengê muzîkê dihat her diçe kêm dibe. hejmara kasetfiroşên seyar her diçe kêm dibe û ji plakan heta m3'an hilberîn gelekî hate guhertin. Marketên muzikê yên ku piştî salên 2000'an li hembêrî wan eleqe kêm bû niha tenê ji bo kesên ku eleqeya wan heye xizmetê dikin. Dezgehên kasêtan ên li kolan û cadeyan kaset difiroşin jî êdî tune dibin. Welatiyê bi navê Yusuf Karademîr ê li Rihayê li dezgehê kaset difiroşe diyar kir ku tehma ku muzîkê ji kasêtan guhdarkirin cuda ye ligel uk qezenca wî tuneye jî nikare dev ji kasetan berde. 'Li cem min kasetên pir kevn hene' Karademîr ê ku li taxa Haleplîbahçe ya Eyyubiyeyê li ser dezgehekî kasetên kevn difiroşe wiha got: "Di demên dawî de firotin kêm be jî hinek hebû lê ev 7 salên dawî ye qet nabe. Beriya 20 salan gelekî baş bû, eleqe hebû. Tenê kal tên ew eleqe nîşan didin." Karademîr bilêv kir ku ev 20 sal in kasetan difiroşin û bi CD û MP3'yan ve kesat êdî mirine. Karademîr wiha axivî: "Di destên min de kasetên pir kevn hene. Kasetên dengbêjan, hunermendên herêmî hene lê kes eleqeyî nîşan nade." Karademîr derbirî ku dema kes bixwazin ji bo wan kasetan tijî dikin carna 15.20 TL qezenc dikin, karê wan bûye dîrok lê nikare dev jê karê berde. Karademîr derbirî ku 4 zarokên wî hene û bi firotina kesatan xwendina zarokan zehmet e lê ji ber ku karekî din nizane gelek zehmetî dikişine. (sa)