Tirkiyeyê bivir li lingê xwe xist! 2015-12-23 09:15:09 ÎBRAHÎM POLAT RIHA (DÎHA) - Polîtîkaya Tirkiyeyê ya bi cîranan re "sifir pirsgirêk" ewil bû "sifir têkîlî" niha jî bûye "sifir bazirganî". Piştî qedexeya derketina kolanan ên li Nisêbîn, Cizîr û Sîlopiyê Deriyê Xaburê ku deriyê herî girîng ê vedibe Rojhilata Navîn e hate girtin. Serokê Komeleya Karsazên Sanayî ya Organîza ya Rihayê Hamza Tavas li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da nirxandina "Tirkiyeyê bi van polîtîkan ve bivir li şaxê darê ku lê siwar bûye û li lingê xwe dixe" kir. Krîza aborî ya ku polîtîkayên Tirkiyeyê yê Rojhilata Navîn rê vekir, di rapora ku ji aliyê Ajanya Pêşketinê ya Karacadagê ya ji zu cudatiyên aborî ya di navbera herêman de ji holê rake hatiye avakirin de jî cih girt. Di raporê de tê gotin ku Tirkiyeya ku bi 911 kîlometre ve xwedî sînorê herî dirêj ê bi Sûriyeyê re ye û 3 deriyên sînor heye, bi Sûriyeyê re di 2009'an de 51 peyman hate îmzekirin lê jiber pirsgirêkên hatin derxistin û di 2012'an de îxracat û îthalat bi dawî bûye. Rayedarên ajansê girtira Deriyê Xabûrê jî, piştî xistina balafira Rûsyayê jî krîza heyî dê zêdetir bibe. 'Parlamento tuneye biryarên qral hene' Serokê Komeleya Karsazên Sanayî ya Organîza ya Rihayê Hamza Tavas ê di heman demê de delegeyê Lijneya Giştî ya Ajansa Pêşvebirinê ya Karacadagê ye jî diyar kir ku krîza aborî ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê yê Rojhilata Navîn a ku li ser esasê dijminatiya kurdan dimeşîne diqewime. TAvas destnîşan kir ku li Tirkiyeyê parlamento bêbandor bûye û feraseta "qral" wekî daxwaza xwe tevdigere û wiha axivî: "Beriya ku krîza Sûriyeyê dest pê bike di 2010'an de li Rihayê ji sedî 70 îxracat bi Sûriyeyê re bû. Yê din jî bi Kurdistana Iraqê re bû. Niha îxracata Tirkiyeyê ya jî di nav de ya Rihayê bi Sûriyeyê re sifir e. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya bi cîranan re 'sifir pirsgirêk' ewil bû 'sifir têkîlî' niha jî bûye 'sifir bazirganî'. Têkîliyên bi Rûsya, Îran, Ermenistan, Iraq û Yewnanistanê re li holê ye. Gotina tekparêz a li hundir Tirkiye li cihanê bi tena serê xwe hişt. Sedema vê parlamento bêbardor maye. şexsê ku xwe qral îlan kiriye mafê hed tiştî di xwe de dibîne." 'Xabûr tekane derî bû ew jî hate girtin' Tavas bal kişand li ser girîngiya Deriyê Xabûrê jî û got ku mirovên herêmê nikarin tiştên xwe bifiroşin Ewropayê ji ber vê yekê jî tenê Deriyê Xabûrê hebû. Tavas ev tişt anî ziman: "Girtina derî krîzê zêdetir dike Tiştên ku em bi TIR'an ve dişînin 3-5 rojan li derî tên rawestandin ev tê wate ya hemû dahat ji bo neqliyatê tê dayîn. Ji ber vê yekê jî hilberînerên herêmê êdî nikarin kar bikin." Tavas anî ziman ku Tirkiye bi van polîtîkan ve "bivir li şaxê darê ku derketiye ser û bi lingê xwe dixe" di demeke kin de divê qedexeyên derketina kolanan bên rakirin. (sa)