Hêza hunera xwe ji têkoşînê digirin 2015-12-25 09:11:37 RIHA (DÎHA) - Koma Erbanê ya Ax û Av a Navenda Çandê ya MED'ê ku hemû endamên wê jin e, piştî xebata 3 salan qlîba "Şemlê' derxistin. Ji komê Axîn Tatli da zanîn ku li gel xebatên hunerî ew perwerdehiya erbanê jî didin û got ew hêza hunera xwe ji têkoşînê digirin. Navenda Çand û Hunerê ya MED di sala 2003'an de li Wêranşarê hat avakirin. Piştî navenda Çandê ya MED hat avakirin gelek atolye ava kirin û 12 sal in bi komên cuda xebatên çandê berdewam dikin. Koma Erbanê ya Ax û Av ku di bin baneyê Navenda Çandê ya MED a Şaredariya Wêranşarê de xebatên çandê berdewam dike qlîbek nû ava kirin. Koma Erbanê ya Ax û Av bi qlîba "Şemlê' ji nûve derket pêşberî guhdarên xwe. Koma Erbanê 3 sal berê dest bi xebata Qlîba Şemlê kirin. Piştî xebata 3 salan qlîb amade kirin û derketin pêşberî guhdarên xwe. Qlîba Şemlê bi îmzeya NÇM'ê hat çapkirin. Hem xebatên komê dikin hem kursê didin Endamê Koma Erbanê Axîn Tatli, rewşa muzika kurdî û çanda dengbêjiyê vegot. Tatli, anî ziman ku qlîba wan rastî eleqeyek mezin hat û wiha got: "Min wekî şagirt li MED'ê dest bi xebatê kir. Piştre me kom ava kir. Di komê de 6 hevalên din hene. Em hem xebatên komê dikin û hem jî qursên erbanê didin." 'Em dixwazin çanda qedîm zindî bihêlin' Tatli destnîşan kir ku ji ber nerîna civakê ya li hemberî jinê ewil bi pêşdaraz nêzî wan bûn, lê piştî dest bi xebatê kirin, wan wekî jin xwe di nava civakê de da qebûlkirin û niha rastî eleqeyek mezin tê. Tali, da zanîn ku ew bi erbanê li çanda dengbêjiyê xwedî derdikevin û kevneşopiya dengbejiyê diparêzin. Tatli, da zanîn ku ew dixwazin vê çanda qedîm û dirokî her dem zindî bihêlin û pêş bixin. 'Hêza hunera me ji têkoşînê tê' Tatli, herî dawî destnîşan kir ku hunera wan hêza xwe ji têkoşînê digire û tekoşîn bi xwe hunerek e. Tatli, bilêv kir ku berxwedana gelê kurd a rêveberiyên cewherî hêz daye wan û wan hêza xwe ji çand û hunera berxwedan û têkoşînê girtiye. Me xwest bi hunerê di nava têkoşînê de cih bigirin û piştgiriyê bidin tekoşîna gelê kurd." (ip/mae)