Di 2016'an de ji şer re 76 mîlyar TL! 2016-01-28 09:21:24 ENQERE (DÎHA) - Hikumeta AKP'ê di budçeya sala 2016'an de para herî mezin ji saziyên şer re vediqetîne. Di nav budçeya 2016'an de para ku ji saziyên şer re hatiye veqetandin bi giştî 76 mîlyar 654 mîlyon 303 hezar TL ye. Hikumeta AKP'ê ku şerê li Kurdistanê her ku diçe kûrtir dike, dest bi amadekariya budçeya sala 2016'an jî kir. Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2016'an duh hate rojeva komîsyonê û hevdîtinên li ser budçeyê destpê kir. Li gorî pêşnûmeya heyî, hikumeta AKP'ê beşeke mezin a budçeya 2016'an ji şer re vediqetîne. Di budçeyên saziyên ku bi şertên şer re girêdayîne de, li gor salên borî zêde bûye. Budçeya MÎT'ê ji sedî 47 hate zêdekirin Budçeya Têşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) ku par 1 mîlyar 108 mîlyon TL bû, îsal bû 1 mîlyar 636 TL. Ango budçeye MÎT'ê ji sedî 47.6 hate zêdekirin. Ji dîyanetê re 6.5 mîlyar TL Yek ji saziyên ku hikumeta AKP'ê ji bo desthilatdariya xwe bikartîne jî Serokatiya Karên Diyanetê ye. Budçeya Diyanetê par 5 mîlyar 750 hezar TL bû û îsal budçeya vê saziyê jî bû 6.5 mîlyar TL. Budçeya Serokomariyê ji sedî 9 zêde bû Par ji Serokomariyê re ji bilî "diravdaniya nihênî" 397 mîlyon TL hatibû veqetandin. Îsal budçeya Serokomariyê ji sedî 9.3 zêde bû û bû 434 mîlyon 96 hezar TL. Para mezin ji bo saziyên şer e Para herî mezin a budçeyê jî ji saziyên ku yek bi yek şer birêve dibin re hate veqetandin. Di vê çarçoveyê de ji Wezareta Parastina Netewî re 26 mîlyar 117 mîlyon 530 hezar budçe hate veqetandin. Budçeya par a wezaretê, 22 mîlyar 750 milyon bû. Her wiha di budçeya 2016'an de ji Fermandariya Giştî ya Cendeme re 8 mîlyar 84 mîlyon TL, ji Fermandariya Ewlehiya Peravê re jî 575 milyon 512 hezar TL hate veqetandin. Ji saziya şerê taybet re 19 mîlyar TL Di nav van saziyan de yek ji budçeya herî mezin jî ji Musteşariya Ewlehî û Sazûmana Cemaweriyê re hatiye veqetandin. Wekî tê zanîn ev dezgeh, di sala 2010'an de bi navê pêşxistina çareseriya pirsgirêka Kurd hate avakirin lê di salên pêş de derket holê ku wekî navenda şerê taybet kar dike. Ji vê saziyê re jî 19 mîlyar 962 mîlyon TL hate veqetandin. Her wiha ji Sekreteriya Giştî ya Lijneya Ewlehiya Netewî re jî îsal 25 mîlyon 702 hezar TL hate veqetandin. Ji şer re 76 mîlyar TL Budçeya ku ji 7 saziyên ewlehiyê re hatî veqetandin, diyar dike ku hikumeta AKP'ê wekî hikumeta şer amadekariya sala nû dike. Di nav budçeya 2016'an de para ku ji saziyên şer re hatiye veqetandin bi giştî 76 mîlyar 654 mîlyon 303 hezar TL ye. Dê hevdîtinên li ser budçeyê heya 13'ê Sibatê berdewam bike. (sy)