'Her ku şer kûr dibe gel xizantir dibe' 2016-02-04 09:05:09 ÎZMÎR (DÎHA) - Konsepta şer a ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li Kurdistnaê hat destpêkirin bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyeyê dike. Ji ber bandora şer, aboriya dikandarên Kemeraltiyê ya Konaka Îzmîrê jî hema hema ber bi têkçûnê ye û dikandaran destnîşan kirin ku bi kûrbûna şer gel jî zêdetir xizantir dibin. Şer û komkujiyên li hember gelê kurd hat destpêkirin di heman demê de bandora xwe li ser aboriya Tirkiyeyê jî nîşan dide. Bi bilindbûna dovîzan û zamên tên kirin hêza bazirganiya welatiyan jî xist. Yek ji cihên ku ji vê krîza aboriyê bandor bû jî navenda bazirganiyê sûka Kemeralti ya Konaka Îzmîrê ye. 'Israra şer a hikumetê aboriya me jî têk dibe' Welatiyê bi navê Vedat Karadenili ê li Kemeraltiyê ev 10 sal in goştfiroşiyê dike da zanîn ku ew piştî hilbijartina 7'ê hezîranê li benda sererastbûna aboriyê bûn. Karadenizli destnîşan kir ku aborî her ku diçe zêdetir xirab dibe û wiha got: "Ji ber zamên tên kirin hêza bazirganiya welatiyan jî ket. Bi bilindbûna bihayê asgarî bihayên berheman jî zêdetir bûn." Karadenizli anî ziman ku ev 6-7 meh in di firotinê de her tim ketin heye û wiha got: "Her çiqas hikumet polîtîqayê şer berdewam dike ew qas rewşa dikandaran ber bi nebaşiyê ve diçe û em hatine ber îflasê." 'Bi bilindbûna şer baca dewletê jî zêdetir dibe' Dikandarê bi navê Mahsun Gurgor jî diyar kir ku gelek dikandar ketine bin deyneke mezin û piştî hilbijartinan ev rewş zêdetir xirabtir bûye. Gurgor bi lêv kir ku dikandarên biçûk hêdî hêdî tên girtin û ev tişt gotin: "Bac her ku diçe zêdetir dibe. Bi bilindbûna şer û pevçûna baca dewletê jî zêdetir dibe. Nexwe dikanên mezin karê me zêdetir ji holê rakirin." 'Krîza aboriyê dê zêdetir kûrtir bibe' Dikandarê bi navê Şiyar Demir ê solan difroşe jî destnîşan kir ku AKP ji bo şerê li Kurdistanê berdewam bike bacê zêdetir dike. Demir bal kişand ser polîtîqayên şer a AKP'ê û wiha berdewam kir: "Ev pere ji bêrika gel derdikeve û gel zêdetir xizantir dibe. Gel êdî nikare li derve tiştekî bikire. Em zêdetir amûrên xwe li ser dolarê digirin û dolar jî her diçe zêdetir dibe. Heke ev rewş berdewam bike krîza aboriyê jî dê kurtir bibe." (gka/sy)