Ji KJA'yê Konferansa Aboriyê ya Jinê 2016-02-13 13:46:37 AMED (DÎHA) - KJA di 27-28'ê Sibatê de li Amedê Konferansa Aboriyê ya Jinê lidardixe û beriya konferansê jî li bajarên wek Wan, Êlih û Mêrdînê atolyeyên aboriyê têne lidarxistin. Kongreya Jinên Azad (KJA), têkîldarî Konferansa Aboriyê ya Jinê li avahiya komelê civîna çapemeniyê lidarxist û banga tevlîbûna konferansê kir. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û nûnerên DÎSK, TMMOB û KESK'ê jî tevlî civînê bûn. Koordînatora Bajêr a Aboriyê ya Amedê ya KJA'yê Dîlek Acer daxuyaniya çapemeniyê xwend. Acer balê kişand ser rola jinê ya di pêşxistina aboriyê de û diyar kir ku di dîroka şaristaniyê de ev rastî nehatiye dîtin û keda jinê hatiye bênirxkirin. Acer destnîşan kir ku ew ji bo ji nû ve binavkirina aboriyê û nîqaşkirina rola jinê ya di aboriyê de dixwazin bicivin. Acer da zanîn ku di vê çarçoveyê de dê di 27-28'ê Sibatê de li Amedê Konferansa Aboriyê ya Jinê were lidarxistin û beriya konferansê jî xebatên atolyeyê werin lidarxistin. Dîroka atolyeyên ku dê were lidarxistin bi vî rengî ye: Atolyeya Aboriya Komunal a Demokratîk - 13 Sibat 2016, Wan Atolyeya Çandiniyê - 17 Sibat 2016, Amed Atolyeya Bazar, Eko-Endustrî û Hebûnên Xwezayî - 20 Sibat 2016, Êlih Atolyeya Keda Jinê - 21 Sibat 2016, Mêrdîn (sy)