Jinan aboriya komunal nîqaş kirin 2016-02-13 17:16:01 WAN(DÎHA) – Hevparên KJA'yên Wanê di "Atolyeya Jinê ya Aboriya Komunal a Demokratîk" de aboriya komunal, xweserî û parastina cewherî nîqaş kirin. Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Wanê "Atolyeya Jinê ya Aboriya Komunal a Demokratîk" li dar xistin. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Duman, hevşaredarên Wan û navçeyan, endamên KJA û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên jin beşdarî atolyeyê bûn. Li salona ya ku xebata atolyeyê hate kirin pankarta "Em ax, av, enerjiya xwe bikin komun, jiyana demokratîk û azad înşa bikin" û wêneyên 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin û yê Arîn Mîrkan hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê Endama Kordînasyona Aborî ya KJA'yê Necla Bakir axivî. Bakir got ku jin û aborî ji hev cuda nîne û wiha berdewam kir: "Aborî peyvekî qanûna malê ye. DEma ku tê gotin qanûna malê, aboriya malê me eleqadr dike. Em weke jin ji aboriyê cuda nîn e, di nava aboriyê de ne. Em ê niha û pêve bi komun û koperatîfan ve xwe rêxistinkirin bikin û bibin komun." Bakir destnîşan kir ku beriya Konferansa Jinê ya Abariya Komunay a Demokratîk a KJA'yê dê aboriya komunal, xweserî û parastina cewherî nîqaşan pêk bînin. Bakar wiha got: "Em bi kordînasyona KJA'yê ve li bajaran sîstemekî xebatê ava dikin. Modela ku em ava bikin ji bo me girîng e. Xebatên me yên atolyeyê ji ber agahiyên ku akademîsyenên didin dê ji bo me pêşiyê veke." Piştî axaftina Bakir pênaseya komun û aboriya komunal hate kirin. Di atolyeyê de mijarên wekî "Bingeha teorîk a aboriya komunal a ademokratîk" "Xwerêveberî" "Parastina cewherî" "Jiyana komunal" "Xweseriya demokratîk" "Kooperatîf" "Di aboriya civakî û aboriya malê de cihê jinan" hatin nîqaşkirin. Atolye bi banga tevlibûna Konferansa Aboriyê ya ku dê di 27-28'ê Sibatê de pêk bê bi dawî bû. (sa)