Li Geverê 500 esnafan derabeyên xwe girtin 2016-03-06 09:05:43 COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê ku ji ber polîtîkayên dewletê yên îmhakirinê ku ev 6 meh in berdewam dike aborî hate asta sekinînê. Serokê Odeya Esnaf û Pîşezan a Geverê Îrfan Sari yê tu têkîldarî mijarê nirxandin kir got ku li navçeyê 500 esnaf mecbûr mane ku derebayên xwe bigirin û ji bo ku jiyan bibe asayî divê pevçûn bi dawî bibe. Li Kurdistanê polîtîkayên îmhayê yên ku ev 6 meh in berdewam dikin jiyan anî asda rawestandinê. Bi destpêkirina pêvajoya pevçûnê re li navçeya Geverê ya Colemêrgê 500 esnafî îflas kirin û derabeyên dikanên xwe girtin. Berê hezar û 500 esnafên ku li navçeyê hebûn bi sedan derabe jî bi girtînê re rû bi rû ne. Ji ber ku Deriyê Sînor ê Bajargehê girtî ye li navçeyê krîza aborî heye bi hezaran TL deynê krediyê yê esnafan heye. Esnafên kuu hêzên dewletê bi zorê derabeyan bi wan didin girtin li hemberî vê yekê îsyan dikin. Serokê Odeya Esnaf û Pîşezan a Geverê Îrfan Sari bal kişand li ser rewşa aboriyê ya esnafên navçeyê diyar kir ku ji bo ev rewş ji holê rabe divê şer bi dawî bibe, daxwazên demokratîk ên kurdan bê dayîn. 500 esnaf mecbûr man derabe girtin Sari destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê li nava esnafên Geverê de jî pêvajoyeke bi pirsgirêk dest pê kir û 10 hezar TL deynê krêdî û senetê yên esnafan heney. Sari got ku pirsgirêk ji bo Geverê mezin e û wiha axivî: "Dema ku em dinêrin evqas esnafan îflas kirine ev li tevahiya Coılemêrgê pirsgirêkekî cidî ye. Îflaskirina 500 esnafan nîşan dide ku aboriya Geverê îflas kiriye. Esnafên me yên li ser piyan jî hewl dide li ser piyan bimîne. Xwe tiştekî bi dest naşe. Xwediyên mal ji ber ku dizanin esnafên me deynê xwe bidin eşya nadin wan." Krediya dewletê qate qutkirin Sari da zanîn ku krediyên ku dewlet dide ji ber astengiyên burokratîk nadin esnafan û heke ev pêvajoya bi pevçûn bidome dê li Colemêrg û navçeyan saziyekî wekî esnafan nemîne. Sari anî ziman ku bi vê rengî ancax dikarin 3-5 mehên di îdare bikin lê piştre dê esnaf nemînin. Li deriyên sînor bazirganî nema Sari anî ziman ku li deriyên Sînor di encama ambargoya dewletê de bazirganî sekiniye dewlet gelê Kurdustanê bi birçîbûnê terbiye dike. Sari got ku diriyên sînor tenê ji bo çûn û hatine rêwiyan vekirî ye sazirganî tuneye. Sari diyar kir ku ji bo jiyan bibe asayî divê pevçûn bi dawî bibin û ev nirxandin kir: "Feraseta siyasî ya li Tirkiyeyê kurdan û muxalîfan red dike. siyaseta ku pêşbiniya wî tuneye jiyanê jî radiwestîne, Heke Tirkiye polîtîkayên xwe yên li hemberî kurdan neguherîne dê eev pevçûn zêdetir bibe. Tirkiye bûye girtîgehkî nîv girtî, Kurdistan jî bi tevahî bûye girtîgeh." (sa)