Turizm têk çû û karger bêçare ne 2016-03-25 09:05:58 ÎZMÎR (DÎHA) - Ji ber polîtîkaya derve ya hikûmeta AKP'ê û bombeyên diteqin sektora turîzmê ber bi têkçûnê ye. Gelek turîst û acenteyên gerok ên biyanî rezervasyonên xwe ji ber rewşê betal kirin û ekolojîst û pisporên turîzmê destnîşan kirin ku divê dewlet ji cihê piştgiriya madî dev ji polîtîkayên xwe berde. Belênên "îstikrarê" yên hikûmeta AKP'ê ku hilbijartinên 7'ê hezîran û 1'ê mijdarê de cihê xwe hişt borana aboriyê û di demên dawîn de ji ber bombeyên diteqîn hêjmara turistên tên Tirkiyeyê her ku diçe kêmtir dibe. Ji meha tîrmehê vir ve bi polîtîkayên şer ên li Kurdistanê û derketina hevkariya AKP'ê ya bi çeteyên DAIŞ'ê kesên tên serdana welat hema hema ber bi qedînê ye. Bi êrîşa bombeyî ya li Sultanahmeta Stenbolê ku li hember turîstan pêk hatibû jî nêzîkê 400 hezar turîstên îngiliz rezervasyonên betlaneyê betal kiribûn. Organîzasyonên navneteweyî yek û yek betal dibin Herî dawî piştî êrîşên bombeyî yên li Enqere û Stenbolê jî Turnuvay Goga Piyan U12 ya Îzmîrê ku bi pêşengiya şaredariyê û Kuluba Altinorduyê di 24-27'ê Adarê de pêk bihata jî piştî hin welatan biryara neşandina tîmên xwe girtin hat taloqkirin. Dîsa di 21-24'ê Nîsanê li Ozdereya Îzmîrê saziya Schmetterling ê li Almanayê wek acenteyeke gerok nav û deng e, lijneya giştî ya sirûştî ji ber hinceta ewlehiyê betal kir. Herêmên dîrokî vala man Bi êrîşên bombeyî yên ser hev pêk hatin jî turîstên xwecihî jî gavek paş ve avêtin. Gelek welatî bi taybetî bi hatina biharê rezervasyonên xwe betal kirin û welatî li cihên qelebalix dûr dikevin. Bajarê Antîk Efesa Îzmirê, semta Agora, Çarşiya Kemeralti û Xana Kizlaragasi ku herî zêde turist lê ziyaret dikin jî niha vala mane. Sedî 50'yê rezarvasyonan betal bûne Li gorî agahiyên TUI'ya di nav acenteyên gerok a Almanayê de ye, hêjmara turistên Alman ên werin Tirkiyeyê li gorî salên din sedî 40 kêmtir bûye. Dîsa sal borî hêjmara turîstên rus 3.6 mîlyon bû û îsal sedî 70'ê vê hêjmarî tê payîn ku bikeve. Li gorî agahiyên ji acentayan hatin wergirtin jî ji rezervasyonan sedî 50'î ketin pêk hatiye û turîst zêdetir welatên Yunanîstan û Îspanyayê tercîh dikin. Agahiyên Wezaretê jî binketinê nikare veşêre Li gorî agahiyên Wezareta Turîzm û Çandê jî, di hêjmara turîstan de 1.6 binketin heye. Di meha çileyê de kesên hatine serdan Tirkiyeyê li gorî sala par 6.44 ketiye. îstatîstikên meha sibatê ya Wezaretê jî dê 29'ê Adarê aşkere bibe. Tê payîn ku di vê salê de hêjmara kesên tên Tirkiyeyê pir bikeve. 'Li cihê piştgiriyê ewlehiya jiyanê divê pêk were' Serokê Giştî yê Sendîkaya Karên Turizma Dev a girêdayî DÎSK'3e Mustafa Yahyaoglu destnîşan kir ku sedema vê kirîzê ne aborî ye sedem sîyasî ye. Yahyaoglu da zanîn ku çareseriya vê jî ne "Plana Çalakiyê ya Turizmê" a AKP'ê ye û wiha got: "Bi taybetî têkiliyên navneteweyî pir li ser vê dike. Beriya di balafiran de bi piştgiriya 6 hezar dolarî bergiriyên otelan de pêk werin divê ewlehiya jiyanê pêk were." 'Divê polîtîqayên şer bi dawî bibin' Berdevkê Jiyana Çandî û Xwezayî Ahmet Karaçorlu jî got ku ligel polîtîqayên şer ên AKP'ê û êrîşên bombeyî, hin cihên turîstik jî hatine wêrankirin û ev jî li ser vê mijarê bi bandor e. Karaçorlu anî ziman ku piştî teqînan turistan rezervasyoan betal kirine û wiha berdewam kir: "Ev rewş dê derbek mezin li aboriyê jî bide. Li cihê piştgiriya maddî divê polîtîqayên şer bi dawî bibin." (gka)