Mêşvanî tarza jiyanê ye 2016-03-30 09:09:46 GURGUM (DÎHA) - Li navçeya Bazarcixê ya Gurgumê mêşvanên ku salê 8 mehan ji bo xwedîkirina mêşan di nava zor û zahmetiyan de jiyana xwe li çiya û zozanan derbas dikin, diyar kirin ku mêşvanî çand û tarza jiyanê ye. Mêşvanan, anîn ziman ku niha hingivê li piyasê erzan tê firotin, ji bo tenduristiya mirovan nebaş e û xwest wezir li hemberi hilberîna hingivê sexte bêdeng nemîne. Mêşvanên li çiyayê bilind ên Bazarcixa Gurgumê hilberina hingiv dikin, ligel şert û mercên giran bi hezkirin û evînekê mêşan xwedî dikin. Welatiyên ku mêşvaniyê dikin xwedîkirina mêşan û hilberîna hingiv ji bo xwe kirine wekî çand û tarza jiyanê. Mêşvanên ku kar û barê wan hilberina hingiv e, hilberîna hingivê ku bê ked û ji bo bazirganiyê tê çêkirin rexne kirin û diyar kirin ku ev hingivê erzan ji bo tenduristiya mirovan xerab e. Mêşvan û hilberînerên hingiv Mehmet Onaran (60) û Hasan Unal (30) ku li Çiyayê Kani hilberîna mêşan dike ji bo şîrketek taybet mêşvaniyê dike. Mehmet û Hasan li gel ku debara xwe bi mêşvaniyê dikin, di heman demê de mêşvani ji bo wan bûye wekî çand û tarzekî jiyanê. Hasan Unal, der barê çand û jiyana hilberîna hingiv de diyar kir ku hilberîna hingivê xwezayi ked û hezkirinekê dixwaze û wiha got: "Wekî hemû qadan di qada hilberîna hingiv de jî hilberîna kapitalîst pêş ketiye û hingiv bi awayekî xwezayî û rezen nayê hilerandin. Di sektora hingiv de jî di şert û mercên sûnî û hêsan de hilberîn tê kirin. Ev hingivê ku sûnî tê hilberîn, zerarê dide tenduristiyê. Ji ber ku bi maddeyên kimyewî û ne xwezayî tê hilberîn ji bo tenduristiya mirovan zerar e. Ez 15 salin li van çiyayan mêşvaniyê dikim û hilberîna hingiev dikim. Sektorên ku hilberîna sexte dikin bi erzanî hingiv difiroşin. Şekir û maddeyên din tev li hingiv dikin. Divê mêşvanên hingievê xwezayî çêdikin li hemberi vê rewşê bêdeng nemînin. Ez vî karî bi hezkirin û kêfxweşî dikim. Ji ber ez kedekê didim ez wekî zarokên xwe diparêzim û van mêşan xwedi dikim. Karê hingiv û mêşvaniyê karekî zor û kedê dixwaze ye." Ji bo hilberina hingiv 8 meh kedê dixwaze Mehmet Onaran jî destnîşan kir ku ji bo çêra mêşan û hilberîna hingiv herêman hildibijêrin û li herêmê taybet mêşan xwedî dikin. Oranan, da zanîn ku kesên hingivê sexte hildiberînin, derman şekir û şerbetê tev li xwarina mêşan dikin û hilgivên sexte çêdikin û wiha got: "Hingivê me ji sedî sed xwezayî û organîk e. Endezyar jî her dem tên venêrtinê û kontrol dikin. Em ji bo xwedîkirina mêşan û hilberîna hingiv her dem jiyana koçeriyê dijîn. Her dem em li pey çêra xweşin. Ji bo mêşan kijan herêm xweş be em mêşan dibin li wir diçêrinin. Ji Sibatê heta Cotmehê em karê mêşvaniyê dikin. Onaran, destnîşan kir ku ew şev û roja xwe bi mêşvaniyê derbas dikin û ji bo mêşvaniyê zanebûn û hezkirinek lazim e. Oranan, da zanin ku ji bo xwedîkirinê mêş di nava xwe de karbeşiyê dikin û wiha got: "Di her kewarekê de kraliçek heye. Yê kewarê paqij dike yek diçe derve û tê heye. Dîsa nobedare kewarê heye." Hingivê herî xweş li qada çîçekên geş û rengîn e Oranan, daxuyand ku di her kewarekê de 80 hezar mêş hene û wiha got: "Nêzî 300 kewarên me yên mêşa hene. Em salê nêzî 4 ton hingiv derdixin. Ji bo berhem û xweşbûna hingiv çêre û cureyên çîçekan giring in. Çiqas cureyên çîcekan zêde be, çiqas çîçek geş bin ew qas hingiv jî xweş û zêde ye. Ji ber vê yekê cihê ku em kewaran lê bi cih dikin pir girîng e. Divê cihê em kewarên xwe lê datînin cure û qada çîçekan pir zêde û rengîn be. Çiqas polen zêde be ew qas tam û rengê hingiv jî zêde xweş e. Di demsala baharê de çiqas mêş polen bixwe ew qas hingiv zêde ye. Ji ber vê yekê em van çiyan hildibijêrin." 'Li şûna hingiv jahre didin mirovan' Onaran, destnîşan kir ku ew dibihîzin ku li piyasê hingivê erzan tê firotin û ev hingivê erzan tê firotin hingivê sexte ye û wiha axivî: "Mêşên ku bi şekir, şerbet û îlacan tê xwedîkirin hingivê wî jî xerab e. Kîloya wî hingivî bi 20 TL û 25 TL difiroşin. Ew ne îlac ew jahr e. Em bang li wezîr dikin û dixwazin rê li pêş ve yekê bigirn. Ev kesên hingivê sexte çêdikin mirovan jahrîni dikin. Lê em ji bo hingivê baş û xweş her dem li çêra taybet û çiya digerin. Em kedek mezin û hezkirinek mezin didin hilberîn û mêşvaniyê." (mae)