Kamyonvan: Ji ber polîtîkayên şer em kar nakin 2016-04-19 09:13:42 EDENE (DÎHA) - Ajokarên kamyonan ên li Sîteya Barkêşiyê ya Edeneyê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê êdî kar nakin û tevan kontakên erebeyên xwe girtine. Ajokaran, diyar kirin ku piştî Tirkiye ket nava qeyrana aborî ew jî betal mane û nikarin kar bikin. Ajokarên Kamyonan ên li Edeneyê ku fêkî û team ji herêma Çukurovayê tînin kurdistanê, diyar kirin ku ji ber polîtîkayên AKP'ê yên şer êdî nikarin kar bikin. Ajokarên kamyonan ên li Sîteya Barkêşan dixebitin, dan zanîn ku piştî polîtîkayên AKP'ê yên şerê li Kurdistanê êdî betal in û kar nakin. Ajokaran, destnîşan kirin ku ew her sibe bi heviya ku şer bi dawî bibe hişyar dibin û şerê li Kurdistanê bandorek neyînî li ser wan dike. Ajokaran xwest demek berî demekê pirsgirêk çareser bibe û dawî li vî şerî bê. 'Em heqê qeda xwe nagirin' Ajokarê kamyonê Ahmet Can Ateş, anî ziman ku ew barkêşiya hemû bajarên Tirkiyeyê dikin û herî zêde bar dikişînin bajarên Kurdistanê. Ateş, destnîşan kir ku herî zêde bar dikişînin Nisêbîn û Cizîrê û ji ber şerê li Kurdistanê êdî betal mane. Ateş, xwest şer bi dawî bibe û jiyan aram bibe û wiha got: "Min belgeya barkêşiyê K1 bi 24 hezar TL' stend. Lê niha ez kar nakim. Ez heqê keda xwe dernaxim. Em betal in." Ajokarê kamyonê Ali Canli jî anî ziman ku şer bandora neyînî li ser wan çêkiriye û ji ber şerê li Kurdistanê nikarin biçin cihekî. Canli, detnîşan kir ku 13 salin heman karî dike û ji ber şerê li Kurdistanê nikarin biçin heqê malê xwe bistînin. Canli, anî ziman ku ji ber kar tune û nikarin heqê Kagkurê razînin bê sîgorta dixebitin. betal in. Ajokarê kamyonê Mithat Tekin jî anî ziman ku êdî ji ber şer nikarin kar bikin û ji bo kar bikin divê di şîrketên mezin de bixebitin û wiha got: "Ji ber şer em nikain biçin Kurdistanê. Tirkiye têk diçe kar tune." (mae)