Meclîsa Ekolojîk a Amedê dê der barê îstasyonên bazê de gilî bike 2016-05-04 09:32:35 AMED (DÎHA) - Îstasyonên bazê ku rê li pêş gelek nexweşiyan vedike, ji ber ku hêjmara wan li Amedê gelek zêde bûye jiyana mirovan dixe bin talûkeyê. Li Amedê ku zêdeyî 600 îstasyonên bazê hene, "lewhayê hişyariyê" tune. Meclîsa Ekolojîk a Amedê bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ji bo ev îstasyon ji qadên civakî bên rakirin dê gilî bikin. Îstasyonên Bazê ku ji bo ragihandina telefon, GSM'ê li Amedê hatine avakirin ji ber radyasyonê gefên nexweşiyê li welatiyan dixwe. Li nava Amedê zêdeyî 600 îstasyonên Bazê hene, lê der barê van îstasyonan de welatî zêde nehatine hişyarkirin û "Lewhayê hişyariyê" tune. Pisporên tenduristiyê diyar dikin ku îstasyonên bazê rê li pêş nexweşiyên xew, sînîr, bîrkirin, depresyon, serêş, sergêşî, alzheimer, parkinson, multipl sklerozê vedikin. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û Hevberdevkê Komîsyona Tenduristî û Spora Derdorê Zulfikar Taş, diyar kir ku ji ev îstasyonên bazê ku li nava bajar hatine avakirin bên rakirin dê gilî bikin. Taş, destnîşan kir ku îstasyonên bazê li gorî rêziknameya berê hatiye sazkirin li gorî rêziknameya nû divê li dûrî cih û warên civakî yên wekî park, dibistan, mizgefan bên avakirin. Taş, da zanîn ku divê şaredarî cihê ku îstasyonên bazê bên avakirin nîşan dibe û cihê ku şaredarî guncav nebîne divê ev îstasyon neyên avakirin. Taş, anî ziman ku di demên dawî de li duriyanan 22 îstasyonên bazê hatine avakirin, lê ne diyar e ku ev îstasyonên bazê ne. Taş, anî ziman ku divê şaredarî cihê guncav nîşanî wan bide û îşaretên hişyariyê teqez li ser wan dîne. Taş, da zanin ku ev îstasyon ji bo jinên ducanî, kal û pîran ne baş e û pêwiste îşaret bên danin 'Welatiyên ji ber vê yekê bêzar bin dikarin gilî bikin Taş, destnîşan kir ku venêrtina van îstasyonan ji aliyê Saziya Ragihandina Teknolojiya Agahiyan (BTK) ve tê kirin û ne diyar e ku ev venêrtin bi qasî tê xwestin tê kirin ya na. Taş, xwest welatiyên ku ji ber vê yekê bêzar bin dikarin gilî bikin û dikani serî li saziyên derdorê û şaredariyê bidin. (mae)