Belgefîlma jiyana xweser: Roza 2016-05-05 11:45:30 AMED (DÎHA) - Derhênerê belgefîlma Roza yê cara ewil li Amedê hat pêşandan, Kudbettîn Cebe got, wî Şoreşa Rojava û jiyana li wir tomar kiriye. Cebe diyar kir ku wan xwestiye bi dîmenan bibin bersiva pirsa , "Xweseriya Demokratîk çî ye û çawa ye?" Di baregeha 11'min Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navnetewî de, belgefîlma Roza "Welatê Du Çeman" bi awayekî zêde bala temaşevanan kêşa. Derhênerê belgefîlmê Kudbettîn Cebe derbareyê fîlm de bo ajansa me axivî û got, wan Xweseriya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê adabteyî sînemayê kiriye. 'Li Rojava roj hilat' Cebe diyar kir ku, belgefîlm bi merasîma cenazeyî ya şervanekî YPG'ê yê suryanî yê di pevçûneke bi DAIŞ'ê re jiyana xwe ji dest da dest pê dike û di destpêka belgefîlmê de nêrîna malbatekê ya arasteyî li şoreşê cih digire. Cebe dest nîşan kir ku şoreşa Rojava li hemû cihanê bûye sedema kelecanekê û diyar kir ku şer û berxwedana li Rojavayê di rojeva cîhanê de cihê xwe girtiye û bi vî awayî wan xwestiye mirov ji bo çi şer dikin bidin der û wiha got, "Jiyana li wir zaf ket rojevê. Diviya pratîka weseriyê bi awayekî dîtbarî bihata pêşandan." 'Komînalîzmê radigihînin' Cebe anî ziman kû bi berxwedanê Kobanê re hat dîtin ku YPG û YPJ ji bo cîhanê şer dikin û wiha axivî: "Ew mirovên li wir ji bo populîzmê şer nakin. Wan ji bo jiyaneke komunal, wekhev û azad li ber xwe da. Me xwest em wê jiyana komunal bi awayekî dîtbarî ragihînin cîhanê." Cebe dest nîşan kir ku li Rojavayê her kes bi reng û dengê li nêv hev dijîn û wiha got, "Li Rojavayê li her herêmê, meclîsên gel hene ku di van meclîsan de her bawerî û nasname li gor reng û dengê xwe dijî. Me cih da awayê xebata van meclîsan. Ji meclîsa herî biçûk heta meclîsa herî mezin xebatên meclîsan di belgefîlmê de cih digirin." 'Jiyana alternatîf li wir e' Cebe dest nîşan kir ku li hemû gundan kooperatifên aboriyê yên alternatîfên kapîtalîzmê hene û wiha got, "Mirovên li wir çandiniya xwe bi hev re dikin û bi hev re dibin bazarê. Beriya şoreşê bi hezara mirovên ku erdê wan tune bû, niha bi qasî ku bikaribe biçiîne erd ji xwe re dikire." 'Me cih da nîqaşên herî biçûk jî' Cebe diyar kir ku di belgefîlmê de li gel destkeftiyên keda mirovî û komunal, cih dane pêşveçûna polîtîk jî û wiha got, "Di belgefîlmê de niqaş û biryarên rojane yên li meclîsan jî tê nîşandan. Me cih da dîmenên îtiraz û nîqaşên mirovan û li gel vê cih da biryarên wan î hevpar jî." 'Yên dixwazin xweseriyê fêhm bikin bila temaşe bikin' Cebe dest nişan kir di serî de li Tirkiyê û bi tevahî li hemû cîhanê xweserît ê nîqaş kirin û bi awayekî teorîk xweserî çî ye tê diyar kirin, lê belê divê bi awayekîd îtbarî jî bê nîşandan." Cebe da zanîn ku di wê dema ku ew li wir bûne ev pergal tesîr li wan kiriye û wiha got, "Yên ku temaşeyî belgefîlmê bikin, teqez dê daxwaza jiyana li wir bikin. Bi taybetê dê yê bê dîtin ku ev pergal bo Tirkiyeyê pergaleke bivê nevê be." 'Jiyana ku tê xiyal kirin li Rojavayê ye' Cebe anî ziman ku pergala ku mirovan wek utopyayekê lê dinêrî li Rojava pêk hatiye û wiha got, "Me xwest em bo wan mirovan bidin der ku pergala li wir ne pergaleke bê îmkan e. Bêguman dê di belgefîlmê de bê dîtin ku ev bê bedêl nabe. Me asteke jiyana li wir da der, lê belê niha hîn bêtir bi pêş ve çûye. Her ku diçe bi pêş ve diçe û pergal hê bêtir zexm dibe." Cebe da zanîn ku dê belgefîlm li gelek bajaran bête pêşandan û dê xebatên wan î derbareyê Rojava de bdiomin. (era-cno/red)