Ligel zehmetiyan li Baxçeyên Hevselê hilberîn berdewam e 2016-05-06 09:16:29 AMED (DÎHA) - Dorpêçkirina navçeya Sûrê ket meha 6'an û ligel hemû êrîş û dorpêçan jî hilberînerên Baxçeyên Hewselê debra xwe ya yekem girtin. Hilberînerên Baxçeyên Hevselê ku ji bo Amedê wek depoya sebzeyê ye dixebitin diyar kirin ku ew ligel hemû zor û zehmetiyan dev ji hilberînê bernadin. Li navçeya Sûrê ya Amedê ev 5 mehî zêdetir e ji ber dorpêç û êrîşan gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin û Baxçeyên Hevselê yên di navbera Sûr û Çemê Dicleyê dimîne jî ji vê para xwe girt. Hilberînerên li Baxçeyên Hevselê ku meha tîrmeha 2015'an de ji aliyê UNESCO'yê ketibû "Mîrateya Çanda Cîhanê" û depoya sebzeyan a Amedê ye ji ber dorpêç berdewam dike ketin tengasiyê. Ligel hemû zehmetiyan jî xebatkarên li zeviyên baxçeyan dixebitin behsa zehmetiyên dikişînin kirin. Hilberînerê sebzeyan Alî Çakmak (36) ê li taxa Ben û Senê dijî û ev 21 sal in di zeviya xwe ya 45 donimî de dixebite diyar kir ku ew di zeviyan de nane, pincar, bexdenûs, pîvaz, xiyar û bîber diçine. Çakmak da zanîn ku wan di bin zehmetiyê de debra yekemîn wergirtine û ew hilberînên dikin jî li pazaran difiroşin. Çakmak anî ziman ku ew pirî caran ligel talûka jiyanî tên li zeviyên xwe dinêrin. 'Dema em tên astengî derdikevin pêşberî me' Çakmak bi lêv kir ku ew dema li baxçeyên xwe dixebite û hilberînê dike bêhan wî tê cih. Çakmak li ser ablukay tê meşandin jî sekinî û got ku ew diviya serê meha çileyê bihatana baxçeyan lê belê gelek caran polîs û leşker ji wan re dibin asteng. 'Roja min li baxçeyan dest pê dike' Welatiyê bi navê Îsmaîl Ozdemîr (54) ku temamiya salê pirî caran jiyana wî li baxçeyan derbas dibe jî got ku ew ji saet 07.00'an heya 17.00'an bi zarok û hevjîna xwe di zeviyan de dixebitin. Ozdemîr da zanîn ku sebze û fêkiyên herî baş li Baxçeyên Hewselê têgihên lê belê ew jî di bin bandora ablukaya li Sûrê berdewam dike de mane. 'Îsal hilberîn kêm bû' Ozdemîr got ku ew dema tên baxçeyan pirî caran talûkeya jiyanî derbas dikin û berdewam li axaftina xwe anî: "Ligel hemû zehmetiyan jî em hilberînê venagerin. Gelek caran leşkerên hatin baxçeyan gule reşandin ser me. Bi salan e em li vir çotkariyê dikin. Îsal jî hilberîn kêm bû û ji aliyê aboriyê ve ketin tengasiyê. Divê demildest ablukaya Sûrê rabe." (gka)