Dema navê lîstikê 'Tanri' be... 2016-05-06 10:44:31 RIHA(DÎHA) - Li Rihayê koma şanoyê ya bi navê Tiyatro Seyîr a ku ji aliyê komek mamosteyan ve hatiye damezirandin dema ku navê lîstika xwe kirin "Tanri" lîstikvan bi şewitandinê ve hatin tehdîdkirin. Gerînendeyê lîstikê Şûkrû Ûnal diyar kir ku beriya 5 salan jî heman lîstik lîstibûn lê bi pirsgirkekî re rû bi rû nemabûn û bal kişand bandora geşedanên siyasî li ser hunerê. Koma şanoyê ya bi navê Tiyatro Seyîr a ku ji aliyê komek mamosteyan ve hatiye avakirin di sala xwe ya 5'emîn de bi lîstika xwe ya ib navê "Tanri" ve xebatên xwe didomîne. Gerînendeyê lîstikê Şûkrû Ûnal ê ku gerîndetiya berhema Woody Allen a bi navê "Tanri" dike der barê koma xwe de axivî. Ûnal bilêv kir ku bi 10 kesan re dest bi kar kirine û bi 50 kesan re berdewam dikin û wiha berdewam kir: "Lîstika me ya yekem jî 'Tanri' bû. Me kêmasiyên xwe yên teknîkê yên di lîstikê de bi derfetên xwe ve temam kir. Dekor û cilan li mala me amade dikin." Ûnal da zanîn ku piştî 5 salan careke din xwestine dîsa lîstika "Tanri" bilîzin lê ji ber navê lîstîke rastî bertekan tên, sîstem civakekî berhemên alternatîf naxwaze diafirîne. 'Huner li cihê azadî heye' Ûnal got ku li Rihayê xebatên çand û hunerê qels e û ji bo alternatîfên nû pêşkêşî rihayiyan bikin lîstikê dilîzin û wiha baxivî: "Sîstem ji bo ku aliyê pirsyarkirinê ya civakê qels bike serî li hemû riyan dide. Yek ji van jî televîzyon in. Heke dixwazin ekîba ku bîat dike biafirîned televîzyonê dayne pêşiya wan. Bi bernameyên televîzyonan ve yet tîp tê afirandin. Bi vî rengî gel ji hunerê dur dixin. Ev jî nahêle keda ku em di şanoyê de didin bê dîtin. Lê divê huner li her derê azadî heye bê û bi awayeke azad bê kirin." Ûnal got ku ji bo nav û afîşên lîstikê tên tehdîdkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya lîstikê me cih nedît afîşên xwe daliqînin. Li cihên me daliqan hatin daxistin. Piştre jî di çapemeniya civakî de em bi kuştinê hatin tehdîdkirin. Ji ber navê 'Tanri' hate îdiakirin ku em henekên xwe bi ol dikin ji ber vê yekê jî gefa şewitandinê li me hate kirin. Lê me ev lîstik beriya 5 salan jî lîstibû. Ev têkîldarî Pêvajoyê ye." Ûnal got ku ew ê dev ji şerkirinê bernedin. Ji lîstikvanên komê Kemal Turan jî diyar kir ku ji bo rihayiyan tiştekî alternatîf nehatiye pêşkêşkirin û nirxandina "Em dixwazin bêhtir pirsyar bikin. Huner di esasê xwe de hêza wê ya digihîne hev heye." 'Me xwest balê bikişînin li ser nasnameya jinê' Ji lîstikvanên jin Meral Gûlerê jî anî ziman ku lîstik balê dikişîne li ser nasnameya jinê ya tune tê hesibandin û wiha got: "Ez di lîstikê re jina ku hatiye kêrkirin dilîzim. Jinê kêr dikin lê hemû kes xemsar nêzîk dibin. Ev rastiya Tirkiyeyê ye. Tirsên kesan civakê ber bi kaosê ve dibe." (sa)