Jinên kurd çanda teşî didin jiyandin 2016-05-09 09:25:10 WAN (DÎHA) - Li Kurdistanê çanda teşî ya ku yek ji hebûna çandî ye û jinên kurd ji dîrokê heta niha ji hiriya pez ta çê dikin, ligel teknolojiya pêş dikeve hê jî hebûna xwe didomîne. Li gundê Kurcan a navçeya Seravê ya Wanê jina bi navê Gûlîzar Bagatur a dijî û demeke dirêj e teşî dirêse çanda teşî ya ku jin bi keda xwe jiyanê didin vegot. Bagatur anî ziman ku piştî ku hiriyê dişon, parçe dikin û wiha axivî: "Ji bo ku ta ji bo teşiyê bê amade bibe em hiriyê şeh dikin, piştre jî bi teşiyê dirêsin û dikin ta. Em vê yekê bi jinan re tên cem hev û dikin. Yek hiriyê vedike, yek şeh dike, yekî din jî bi teşiyê dirêse." Ji bo jiyandina çandê teşî dirêse Bagutur da zanîn ku teşî kevneşopiyeke pir kevn e û ji bo jiyandina vî çandê teşî dirêse. Bagatur bilêv kir ku dixwaze ev kevneşopî ji aliyê nîfşên pêşerojê ve jî bê hînbûn winda nebe, ji ber vê yekê teşî çawa dê ristin hînî bûkên xwe jî kiriye. Li gorî Bagatur ev yek ji pêdiviyeke wêdetir çandek e ji ber vê yekê jî naxwazin tu caran bê jibîrkirin. 'Me her tişt bi destên xwe ve afirand' Bagutur anî ziman ku ku jinên kurd di bin qedexe û şeran bi sedan salan e ji tunebûnê hebûnê diafirînin û wiha axivî: "Goreyên ku em pê dikin ji hiriya xwezayî hatine çêkirin, ji nivînan bigirin heta xwarinên ku em dixwin, rûn, mast, penêr, savar û gelek tiştên din xwezayî bûn. Me bixwe çêdikir û ji ber vê yekê jî nexweşî kêm bû. ME her tişt bi destên xwe ve çêdikin, bi derfetên kêm me derfet diafirand." 'Tiştên ku jin kedê didin divê winda nebin' Bagatur banga li ciwanan kir û xwest ku çanda kurdan biparîzin û bidin jiyankirin. Bagatur herî dawî wiha got: "Hemû kes divê ji bo afirandina tiştên xwezayî çi ji destên wan tê bike. Em jin bi çi zehmetiyan ve heta îro aniyê. Dİvê em çana xwe bidin jiyandin. Tiştên ku jin kedê didin divê tu caran winda nebin." (sa)