Tehma xwarina li ser dustanê dikele cuda ye 2016-05-12 10:22:11 SEMSÛR (DÎHA) - Li Semsûrê kesên ku dixwazin xwarina xwe zû, bêbêhn û xweş çê bikin, dûstan a ku yek ji klasîka Kurdistanê ye û hesinker bi tûpên kevn çêdikin dikirin. Li Semsûrê welatiyên ku dixwazin xwarina li ser agirê daran keliyaye bixwen pêdivî bi dustanên aydî bajar in dibînin. Dustanên ku ji tûpên kevn bûne û nayên bikaranîn tên çêkirin tehmeke cuda dide xwarinê û dustan di heman demê de bûne çavkaniya debarê ya hostayên hesinkar jî. Hamza Karataş (42) ê ku li Sûka Hesinkaran a Kevn 6 sal in hesinkariyê dike tupên ocaxan vediguherîne dustanê û pêşkêşî gel dike. Karataş bilêv kir ku xwarina ku li ser agirê dar dikele li gorî yên li ser tup û gaza xwazayî cuda û xweştir e ji ber vê yekê jî gey eleqeyeke mezin nîşan dide. Ji tupên ocaxan tên çêkirin Karataş da zanîn ku tupên kevn dibin xurde û wiha axivî: "Em ji bo ku ev tup nebin xurde dinirxînin. Gelek malbatan gaza xwezayî kişardine malên xwe. Ji ber vê yekê tup kêrî wan nayên. Jibilî vê jî piştî demeke bikaranîna van tupan xetere ye. Dema ku gel tupên xwe didin xurdeyê 5 TL'î difiroşin. Em ji gel 10 TL'î dikirin û dikin dustan û 50 TL'î difiroşin. Bi vî rengî dema ku em dinirxînin gel jî sûde werdigire." Zû dekilîne tehm xweş e Karataş bilêv kir ku bi taybetî xwarina ku li malê tê çêkirin bêhnê dide hundir ji ber vê yekê jî dustanê tercîh dikin û wiha gok: "Lê dema ku li derve li ser agirê dar bê çêkirin ji derdê bêhnê xilas dibin. Li hundirê dustan agir dizivire û dema ku dizivire jî xwarinê zû dikelinê. Li ser ocax an jî gaza xwazayî heke nîv saetê bikele li ser dustanê di 15 deqîqeyan de dikele û tehma xwarinê jî pir cuda û xweş e." (sa)