Rûsya dê malê Tirkiyê nestîne 2016-05-12 14:35:07 NAVENDA NÛÇEYAN (DîHA) - Cîgirê Serokê ajansa venêrtina berhemên çandiniyê ya Rûsyayê Rosselhoznadzor Aleksey Alekseyenko, diyar kir ku hefteya li pêş me Rusya dê îthala team û fêkiyan a li Tirkiyeyê qedexe bike û malê Tirkiyê nestîne. Piştî balafira şer a Rûsyayê li Tirkiyeyê ket, qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de didome. Bandora qeyrana siyasî li ser aborî û bazirganiyê jî dike. Li gorî ajansa Rûs a Sputnikê Cîgirê Serokê ajansa venêrtina berhemên çandiniyê ya Rûsyayê Rosselhoznadzor Aleksey Alekseyenko, diyar kir ku hefteya li pêş Rusya dê îthala team û fêkiyan a li Tirkiyeyê qedexe bike. Alekseyenko, ani ziman ku hefteya borî wan û hempîşeyên tirk li ser berhemên team û fêkî axivîne û pirsgirêka fêkî û teamên ku ji Tirkiyeyê îthal dikin niqaş kirine û wiha got: "Ji ber mêşên Akdenizê û trîpsiya kulîlkên Kaliforniya, team tenduristiya mirovan dixin xetereyê. Me hefteya borî ji Enqere bersîv xwest. Lê hêj tu agahî nedaye me. Tirkiye hêj malê bi zerar dişîne Rûsyayê. Ji ber vê yekê me hatina kelem û kıvırcıkan qedexe kir. Hefteya li pêş me em plan dikin ku hemû fêkî û teamê ku ji Tirkiyeyê bê qedexe bikin." (mae)