‘Bisqilêtê biajo, zirarê nede xwezaya welatê xwe’ 2016-05-19 09:40:19 AMED (DÎHA)- Li 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, li gel standên pirtûkan, gelek standên bi mebestên cur bi cûr jî hatine vedan. Hin ji van standan jî standên Kollektîfa Ekolojiyê ya Jîngeh û ya Komeleya Bisqilêtê ya Amedê ne. Aktivîst Ferat Demîroglû diyar kir ku mebesta wan a li pêşangehê ew e ku, ew pirtûkên li ser ekolojiyê yên bingehîn ên derbareyê ekolojiyê de bigihînin mirovan. Li 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşmeya “Li warê şaristaniyan, li ber ronahiya pirtûkan” û bi têmaya “Azadî” hat li darxistin, bi meraq û bi coş rastî eleqeya xwîner û serdêran tê. Li pêşangehê li gel standên pirtûkan û çalakiyên wêjeyî, gelek standên bi mebestên cûr bi cûr jî hatine vedan û hin ji van standan, standên Kollektîfa Ekolojiyê ya Jîngeh û ya Komeleya Bisqilêtê ya Amedê ne. Aktivîst Ferat Demîroglû yê li ber standa Kollektîfa Ekolojiyê ya Jîngehê û Komeleya Bisqêlêta Amedê(DÎBÎDOSK) dimîne diyar kir ku mebesta wan î li pêşangehê ew e ku, ew pirtûkên li ser ekolojiyê yên bingehîn ên derbareyê ekolojiyê de bigihînin mirovan. ‘Em dixwazin zimanê siyasetê yê ekolojîk bidin der’ Demîroglû dest nîşan kir ku ew wek aktivîst û ekolojîst derbareyê ekolojiya cîvakî de nîqaşan dikin û wiha got, “Piştî nîqaşan em dibêjin em gihaştine vê armancê. Em bi zimanê siyasetê dipeyivin, lê zimanekî siyasetê yê ekolojiyê bi xwe heye û em dixwazin vê yekê pêk bînin. Ji ber vê yekê me pirtûkên Murray Bookchîn ên ku ekolojiya civakî diparêzin tev anîne û her kes dikare ji van pirtûkan sûdê werbigire.” ‘Bisqilêtê biajo, zirarê nede xwezaya welatê xwe’ Her wiha Demîroglû diyar kir ku li gel Komeleya Jîngehê wan xwestiye li pêşangehê li ser navê Komeleya Bisqilêtê ya Amedê jî standekê vedin û bi vê re fêdeyên bisqilêtê yên hem ji bo xwezayê û hem jî ji bo tenduristiya mirovan bidin der û wiha got, “Bi van bisqilêtan mirov dikare, têra gelek saetan karebeyê(ceryanê) hilberîne. Lew bisqilêt bi tena serê xwe ne amûrek e. Hem ji aliyê aboriyî ve û hem jî ji aliyê tenduristiyê ve amûreke bisihhet e û zirarê nade xwezayê. Em dixwazin her kes bisqilêtê biajo, da zirarê nedin xwezaya welatê xwe.” Demîroglû piştî TUYAP biryara ku êdî dê li Amedê pêşangeha pirtûkan li dar nexe da, derbareyê alternatîfa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê a pêşangeha pirtûkan jî de diyar kir ku ev pêşangeh bi her awayê xwe potansiyela vê xakê dide der û dest nîşan kir ku bi zor û zehmetiyan be jî alternatîgeke bi vî rengî hat avkirin û bo vê divê her kes xwedî li alternatîfên bi vî rengî derkeve. (red/mae)