Li dijî tovên bi GDO tovên organîk diçînin 2016-05-21 09:35:39 MAHMUT RUVANAS AMED (DÎHA) - "Bostanên Bajar ên Amedê" yên ku dişibe Tevgera Gundiyên Bêax ên Brezîlayê her diçe belav dibe. Heta niha li taxên cuda yên Amedê 3 bostan hatine avakirin û tovên ku bi rêbazên kevneşop hatine bidestxistin hain çandin. Endamê Komîsyonê Zaxîre Çandinî Tov a Meclîsa Ekolojiyê Remzî Konuksever diyar kir ku tovên bi GDO ji holê rakin. Projaya bostanên bajar a ku li Amedê ji bo pêşîlêgirtina karkeriya demsalî û welatî li axa xwe debara xwe bikin hate pêşxistin her diçe belav dibe. Di çarçoveya xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û Serokatiya Daîreya Xurtkirina Aboriya Herêmî û Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê tê meşandin de li ser ereziya 300 donim dê bostan bê çandin. Heta niha li 3 bostanan çandinî temam bû, di bostanê 4'emîn de jî dê rojê pêş çandinî bê kirin. Di çarçoveya projeyê de ji her bostanê 60 malbat debara xwe bikin. 'Em ê pêşiya tovên bi GDO bigirin' Endamê Komîsyonê Zaxîre Çandinî Tov a Meclîsa Ekolojiyê Remzî Konuksever diyar kir ku herî dawî li navçeya taxa Bagcilar a Rezan, Bostanê Bajar hatiye ava kirin, bi vî bostanê ve Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê sêyemîn bostanê bajar ava kiriye. Konuksever da zanîn ku ev saleke vê pêvajoya avakirina bostanan didomînin û wiha got: "Tovên bi GDO û Hîbrît ên ku sermayeya kurewî ferz dike ji bo ku li herêma me belav nebe em gund bi gund digerin û tovên ku dibînin kir şitil. Ango em encamên xebatên xwe beriya saleke girt îro digirin." 'Ji bo êzidiyan bostan' Konuksever bilêv kir ku li kampa êzidiyan a Amedê şitl digihînin û ji bo êzidiyên li kampê dijîn bostan ava kirine. Konuksever destnîşan kir ku jibilî vê şitlên organîk didin bi sedan kesên ku xwe digihînin wan û li bostanan piranî, îsot, balîcanê sor û balîcanê reş tên çandin. Konuksever got ku sedema avakirina bostanan ji ber tengbûna qadên jiyanê ya bajaran e û wiha axivî: "Bajar, wesayît û qirêjî neçe xweşiya me jî qada me ya jiyanê ya herî mezin e. Ev bajarên ku qadên me yên jiyanê ne her diçe ji xwezayê dur dikevin, ev mirov dema ku ji xwezayê dur dikevin jî xerîbî xwe jî dibin. Armanca me jî nifşên bi helberînê re ye afirandin e." 'Em ê li dijî tovên kîmyewî têbikoşin' Konuksever diyar kir ku tovên ku ji aliyê şîrketan ve tên ferzkirin ên bi GDO û hîbrît, peyna kîmyewî, dermanên kîmyewî jiyana mirovan dixe xetereyê, ax, hewa û avê texrîb dike, zirarê dide, zindiyan tehdîd dike û ev tişt got: "Bostanên bajar li dijî van seknek e. Em vê yekê dikarin wekî reflekseke parastinê jî bi nav bikin. Çiqas têrî xwe bikî, ev yek bi xebata kolektîf ve pêkan e û ji bo vê yekê tecrûbeyeke girîng e." Konuksever herî dawî wiha got: "Em ê li Amedê ji hejmara qehwexaneyan zêdetir bostanan biçînin." (sa)