Ekoleke wenda: Tîrêj 2016-05-22 09:01:34 AMED (DÎHA)- Helbesta Kovara Tîrêjê li gor egerên xwe di wêjeya kurdî de ew helbest e ku li ser dsasekî zexm reh daye. Lê ji ber konjuktura wê demê, wek ekolekê an jî taradîsyonekê nehatiye zanîn. Piştî salan helbestkar û lêkolîner Îrfan Amîda li ser helbesta Tîrêjê xebateke hûr û kûr kir û bo raya kurdî da der ku 'Tîrêj' bi tena serê xwe ekol an jî tradîsyonek e û bo lêkolîna xwe wiha got: “Helbesta Tîrêjê helwesteke dekonyalî ye û li gor estetîka marksîzmê dirûv girtî ye. Ji ber vê yekê jî ew hîmên hevpar ên kovarê wê dike tradîsyonek, dike ekolek.” Kovara Tîrêjê di sala 1979’an de dest bi weşana xwe kiriye û di Komara Tirkiyeyê de yekem kovar e ku xwerû bi kurdî ye û bi du zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî weşana xwe kiriye. Kovar bi giştî 4 hejmar hatiye weşandin, 3 hejmarên wê li Îzmîrê û piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î, berê xwe dide dîasporayê û hejmara wê yî çarem jî li Stockholmê tê weşandin û bi vê hejmarê re êdî weşana kovarê radiweste. Di kovarê de wê demê kesên wek Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Malmîsanîj, Tosinê Reşîd, Mem Ronga û gelek kesên din helbest nivîsandine. Di 4 hejmarên kovarê de bi giştî 38 helbest hatine weşandin. Her wiha di wan şert û mercên wê demê de, her hejmareke kovarê wek tîraj 5 hezar hatine çapkirin. Li ser asasên sosyalîstî û marksîzmê tevgeriyaye Bi piranî Kovara Tîrêjê bi hêla xwe yî çand û hunerî liviyaye. Wê demê armanca derçûna wê, xwedîderketina li çanda Kurdî ye. Xet an jî nêrîna kovarê li ser asasên sosyalîstî û marksîzmê ye, ku ev di hin gotarên wê de xwe didin der. Nêzîkatiya kovarê ya li çanda netewî nêzîkatiyeke bîrdoziyî ye, lew kovar çandê dike du beş; çanda çînên serdest û çanda bindest. Û di vê baregehê de bi sekna xwe ew çanda serdestan wek çandeke paşverû û ya bindestan jî wek a proleter ango enternasyonal dibîne. Piştî weşandina kovarê radiweste, ew bizava wê yî çar hejmarî ku niha pêleke xurt li helbesta kurdî xistiye jî hêdî hêdî heta demeke dûr û dirêj tê jibîrkirin. Lew, derbareyê hewldana vê kovarê de heta niha tu xebat an jî lêkolîn nehatibûn kirin. Li 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê em li standa Weşanxaneya Lîsê rastî pirtûkeke lêkolîniyî ya bi navê “Qonaxeke Modernîzma Kurdî ya Helbesta Tîrêjê” hatin, ku ev xebat ji aliyê helbestkar û lêkolîner Îrfan Amîda yê ku ji Nifşê Rewşenê ye hatin û me ji Amîda mebesta xebata wî ya arasteyî Kovara Tîrêjê pirsî. ‘Edebiyata kurdî jî wek dîroka kurdan qetqetî ye’ Amîda diyar kir ku di edebiyata kurdî de yek ji qonax an jî tardîsyonên wenda ên yekser rihê wê nehatiye zevtkirin Qonaxa Tîrêjê ye û wiha got: “Ji ber çi ez wek tardîsyon bi nav dikim, çima min xebateke wisa li ser kir? A rast wek edebiyata kurdî an jî çîroka kurdî, wek zimanekî, wek tevgera jiyana wî zimanî, wek çîroka kurdan, wek dîroka kurdan qetqetî ye, derblêxistî ye, derbxwariye. Ji ber vê yeke jî dibe ev lêkolîn bên kirin li ser edebiyata kurdî, li ser zimanê kurdî. Tîrêj jî yek ji wan qonaxan e.” Amîda da zanîn ku Tîrêj beriya her tiştî hevgirtiye û got, di edebiyata kurdî de wek ekolekê an jî wek tardîsyonekê derdikeve pêş û wiha axivî: “Ji ber çi? Lew Tîrêj yekem kovara xwerû bi kurdî ye di Komara Tirkiyeyê de. Beriya 79’an heta 80’î ku, piştî 12 îlonê bi awayekî jiyana wê jî bi awayekî emirqutî bûye. Çawa siyaset di nav kurdan û Kurdistanê de geş bûye, piştî siyasetekê bi awayekî diyakronîk edebiyat, nivîs jî dest pê kiriye û Tirêj çap bûye.” ‘Tîrêj wek pirsgirêkeke bûneweriyê li edebiyatê dinere’ Amîda da zanîn ku taybetmendî û hin aliyên Tîrêjê yên hevpar ên wê ji gelek qonaxên din cihê dike hene û ev tişt anî ziman: “Çi ne ew taybetî û hîmên hevpar? Rasterast netewperwerî ye, wekî hebûnekê, wek pirsgirêkeke bûneweriyê li edebiyatê dinere, li zimên dinere, li kurdî dinere. Alîyekî wê yê girîng jî li gor min dekonyal e. Helbesta Tîrêjê helwesteke dekonyalî ye û hinekî li gorî konjukturê, li gor estetîka marksîzmê jî dirûv girtî ye. Ji ber vê yeke jî ew hîmên hevpar ên kovarê wê dike tradîsyonekê, dike ekolekê. Û bi awayekî ji dîroka Kurdistanê, ji dîroka edebiyata kurdî ji hev vediqetîne, dixe cihekî taybet. Li gel vêya, mixabin salên ku dest bi weşana xwe kiriye û paşê jî 12 îlonê, gelekî sergirtî maye, gelekî wenda maye. Min hewlda ez hinekî berbiçav û dîtbar bikim.” (red/sa)